Tozê başûrê welêt daye ber xwe, çav li benda baranê ne

24-04-2025
Nîşan Başûrê Kurdistanê Tozbarîn Baran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêleke tozê Başûrê Kurdistanê daye ber xwe û çavên xelkê li benda baranê qurimî ne.

Pisporê hewayê yê ji Wezareta Çandiniyê Luqman Muftî got ku dê tozbarîn îro û sibê berdewam bike.

Luqman Muftî amaje bi pêleke baranê ya li seranserê Herêma Kurdistanê kir û ji Rûdawê re got:

"Çavkaniya vê tozê çolên di navbera Sûriye û Îraqê de ne.

Di demsala biharê de arasteya bayê li Herêma Kurdistanê ew dever in ku çavkaniya tozê ne, ji ber vê yekê di biharê de toz ji demên din zêdetir e.”

Li gorî gotina Luqman Muftî, ji ber ku îsal barana pêwîst nehatiye dê tozbarîn zêdetir be.

Wî diyar kir ku pêleke baranê dê şemiyê seranserê Herêma Kurdistanê bide ber xwe û dê li deverên çiyayî baraneke zêdetir bibare.

Li gorî agahiyên ku wî pisporî dane, barana li Silêmanî û Helebceyê dê li gorî ya Hewlêr û Dihokê zêdetir be.

Li hêla din, îro li hinek deverên Başûrê Kurdistanê pileyên germahiyê wiha ne:

Hewlêr: 32 pile

Silêmanî: 30 pile

Dihok: 31 pile

Kerkûk: 34 pile

Zaxo: 31 pile

Helebce: 30 pile

Soran: 28 pile

Hacî Omeran: 19 pile

Germiyan: 36 pile

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst