AMED - Di kuştina hovane de tohmetbar li xwe mikur hat

24-05-2025
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Wêneyê pîqapa Malbata Satiyan\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Wêneyê pîqapa Malbata Satiyan\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Amed Malbata Satiyan Kuştina Bav û Kur Gundê Çemê Embarê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Amedê, kuştina hovane ya cambazê ajalan Remzî Satî û kurê wî yê 15 salî Muhamed Satî, kezeba mirovan dişewitîne.

Di bûyerê de ku bav û kur bi saxî hatin şewitandin, 7 tohmetbar hatin desteserkirin û tohmetbarê bi navê A.M.Î. di îfadeya xwe de sûcê xwe qebûl kir.

Malbata Satiyan dixwaze ku kujer û tohmetbar bi awayê herî giran bên cezakirin.

Kuştina hovane li derdora Çemê Embarê

Bûyer li derdora gundê Çemê Emberê yê navçeya Sûrê ya Amedê çêbû. Li gorî agahiyan, şirîkê Remzî Satî bi hinceta gamêş winda bûye gazî Remzî Satî dike û ew di kamyoneta xwe de bi kurê xwe re diçe.

Piştî demekê, kamyonet bi awayê şewitandî tê dîtin û Remzî û kurê wî di nav kamyonetê de hatine şewitandin.

Pismamê qurbaniyan Îlhan Satî li ser bûyerê ji Rûdawê re got: "Apê min ji xwe re li malê ye. Şirîkê wî gazî wî dike, dibêje, ‘Remzî were gamêş winda bûye, em herin li gamêşê bigerin.’

Apê min jî dibêje, ‘Hûn bibînin paşê gazî min bikin, ez dê pîqapê bînim werim em wê bavêjin pîqabê.’ 5 deqe nakeve navberê (Şirîkê wî) telefon dike dibêje, ‘me dîtiye were.’

Apê min ji xwe cilê xwe jî li xwe nake tevî eşofmanan ji malê derdikeve, kurê xwe digire diçe. Diçe û êdî nayê. Ez çûm pîqap şewitandîbû. Bûbû toz, tiştekî jê nemabû. Me haya qereqolê jî pêxistibû."

Malbata Satiyan: Em edaletê dixwazin, bila kujer bê ceza nemînin

Malbata Satî dixwaze kujer bi awayê herî giran bêne cezakirin da ku careke din kes qesta kuştina kesekî din neke.

Hevjîna Remzî Satî Filîz Satiyê got: "Bi kêf çûn. Te digot qey diçû dawetê. Nizanibû ku zalim li pêşiya wan in dê bêbextiyê li wan bikin. Bêbextî kirin.

Ji bo heywanan gazî wî kirin, gotin, ‘Heywanên me winda bûne werin pêşiya me’ ev bêbextî bi wan kirin."

Keça malbatê Îlayda Satiyê jî got: "Çima kirin? Em hêj bawer nakin ku wisa kirine. Hê cenazeyê wan jî nehatiye destê me. Wan wer xistine halekî hîn cenaze derneketiye. Îro ez jî zarok im.

Heqê zarokekî, heqê bavekî bila li erdê nemîne. Em tiştekî wisa jî qebûl nakin. Bila nehêlin. Bila dewleta me jî bila xelkê me jî nehêlin."

Hestiyên qurbaniyan ji bo lêkolînê li Stenbolê ne

Her çi qas li gund ji bo serxweşiyê çûn û hatin hebe jî heta niha li gund şîn nehatiye danîn. Hestiyê bav û kur hîn jî ji bo lêkolînê li Tiba Dadî ya Stenbolê ne.

Jinmama qurbanî Tirkan Satiyê jî bi keder wiha got: "Ev can bûn, du can… Mirov vê havînê axê naşewitîne. Mirov çawa du canan ji mala wan diqetîne? Ma em ne însan in?

Eger dozae wî bi me re hebû, eger me malê wî xwaribû, eger me talana wî xistibû, bila bihata ber deriyê me. Me dê heqê wî bixwesta, me dê bigota heqê camêr bide.

Hema bi zanebûn, mêrên me ji mala me derdixin, dibin wiha dikin. Em qebûl nakin. Bila edaleta me qebûl neke, bila Kurmanciya me qebûl neke, bila dewleta me qebûl neke."

Tohmetbar li xwe mikur hat

Di encama lêpirsînê de hat diyarkirin ku bav û kur ji ber meseleya deyn û ji ber 200 hezar lîreyî hatine kuştin. Di encama lêpirsînê de tohmetbarê bi navê A.M.Î. yê 25 salî li xwe mikur hat. A.M.Î. di îfadeya xwe ya li qereqolê de sûcê xwe qebûl kir.

Tohmetbar A.M.Î. di lêpirsînê eşkere kiriye ku wî bav û kur ji ber meseleya deynê xwe bangî herêmê kiriye, piştre bi çeka xwe her du kuştine û wî ji bo ku delîlan jî tune bike, pîqap şewitandiye.

Komkirina delîlan li cihê bûyerê

Piştî lixwemikurhatinê tohmbetbar ve Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê, JASAT û du Tîmên Fermandeyên Asayîşê, bi tohmetbar re li cihê bûyerê geriyan.

Çeka ku di bûyerê de hatiye bikaranîn, nêzîkî 150 metreyan dûrî mala tohmetbar di bin darekê de hat dîtin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîn da bû destpêkirin û tohmetbarên bi navên Mehmet D. (26), Mehmet K. (44), Îshak K. (40), Alî O. (32), Osman K. (44) û Ayhan Î. (58) ku tê texmînkirin têkiliya wan bi bûyerê re heye, li gel A.M.Î. hatibûn binçavkirin.

Doh tohmetbarên bi navên Mehmet D. Mehmet K. Îshak K. û Alî Mert Î. yên ku sewqî edliyeyê hatin kirin hatin girtin. 3 tohmetbarên din ên dozî jî hatin berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst