Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çinarê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, di peçûna malbatan jinek hat kuştin.
Li gundê Sergelyayê yê Çinarê şeva borî ji ber ku keçek û xortek bi hev re reviyabûn malbatên wan pev çûn.
Di encama pevçûnê de Yasemîn Budak dayika xortê ku ku keç revandibû bi demançeyê bi giranî birîndar bû.
Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê Yasemîn Budakê bir Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û 3 kes ji aliyê cendirmeyan ve hatin desteserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse