SEMAWE – Di yekem gora bikom de 75 rufatên jin û zarokên Kurd hatin dîtin

24-07-2019
RÛDAW
Cilûberg û paşmayiyên qurbaniyên Kurd ên di yekemîn gora bikom a li Semaweyê de.
Cilûberg û paşmayiyên qurbaniyên Kurd ên di yekemîn gora bikom a li Semaweyê de.
Nîşan Semawe Iraq Kurd Enfal Komkujî
A+ A-

Semawe (Rûdaw) - Yekemîn gora bikom li başûrê Deşta Semawe ya ser bi parêzgeha Musenna ya Iraqê ve hate vedan, ku rufatên 75 jin û zarokên Kurd têde ne û di serdema rejma Beis de di operasyonên bi navê Enfalê yên jibo cenosaydkirina gelê Kurd de hatine komkujkirin.

 

Goreke bi kom li başûrê Semawe ya ser bi parêzgeha Musennayê hate vekirin. Rufatên jin û zarokên Kurd têde ne. Ew di salên 80an de li ser destê hikûmeta Beis a Iraqê û tenê ji ber kurdbûna xwe hatine komkujkirin. Hêzên hikûmeta navendî ya Iraqê, ew jin û zarokên Kurd bi zindî li nav biyabanên Semawe çal kirine.

 

Piştî vekirina gorên bikom ên li Semawe, rufatên di wan goran de dê bo Peymangeha Pizîşkiya Dadê ya Bexdayê bêne şandin, daku pişkinîna DNA ji wan re bê kirin, piştre ji bo destnîşankirina nasnameya wan, dê nimûneya xwînê ji kesûkarên enfalkiriyan bihê wergirtin.

 

Parêzgarê Mûsena, Ehmed Menfî ragihand: “Tîmên pisopr yên vekirina gorên bikom, heya niha nêzîkî 200 gorên bikom vekirine, ku ya herî bi êş û trajedî, ev gora Semawe bû. Ji ber ku hejmareke mezin ji wan, zarok û jinên Kurd in.”


 

Şêwirmendê ji Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan a Herêma Kurdistanê, Xebat Ebdullah dibêje: “Divê li taqîgehê pişkinîna DNA ji rufata re bihê kirin, daku di paşerojê de kesûkarên wan bêne dîtin. Ev prose eger tenê bo gorekê bihê kirin, jê re mehek û nîv dem pêwîst e.”

 

Li gor lidûvçûnan, piraniya rufatên di yekemîn gora bikom a Semaweyê de, kesûkarên Teymûr Ebdullah in, ku weke tekaneyê Enfalê li Germiyanê tê naskirin.

 

Teymûr he rli gel wan enfalkiriyan bûye, lê belê di çalekê de bi birîndar rizgar bûye. Piştre malbateke Ereb, Teymûr dibin cem xwe û piştî ku di salên 90î yên sedsala bihorî de li Başûrê Kurdistanê, serhildan (raperîn) şêdibe, ew malbata Ereb, Teymûr tînin Kurdistanê.

 

Piştî ku Teymûr tê Kurdistanê, Celal Talebanî sekreterê wê demê yê YNKê wî ji bo xwandinê dişîne Amerîkayê. Di proseya dadgehîkirina serokomarê berê yê Iraqê Seddam Hisên de, Teymûr weke yek ji şahidên serekî yên tawanên Sedam li pêşberî dadgehê amade bû û şahidî da.

Di salên 80î yên sedsala 20an de, rejîma Beis a Iraqê operasyona Enfalê di heşt qonaxan de li dijî gelê Kurd dest pê kir û li gor amarên ku heta niha hatine komkirin, di encama operasyonê de zêdetir ji 182 hezar welatiyên sivîl ên Kurd, tevî jin û zarokan jî, hatin komkujkirin.

 

Rêveberê Fermangeha Gorên Bikom ên Iraqê, Ziya Kerîm dibêje: “Li gor wê ezmûna ku me di karkirinê de heye, em dikarin bêjin, biyabanên Semawe, Dîwaniye û Necefê mezintirîn cihê qurbaniyên netewa Kurd in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst