AMÊDÎ - Ji ber teqînekê şivanek mir

24-07-2025
RÛDAW
Nîşan Amêdî Teqîna Mayinan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Birêvebirê Tenduristiyê ya Amêdiyê Mesûd Botî ragihand ku îro sibehê li Serê Amêdiyê ji ber teqînekê şivanekî canê xwe ji dest da.

Serokê Dezgeha Giştî ya Kar û Barên Mayinan a Amêdiyê Cebar Mistefa jî got, "Bûyer ji ber teqîna TNTyê bûye."

Mesûd Botî Rûdawê re got, "Saet 09:20ê serê sibehê termek gihandin nexweşxaneyê ku ji ber teqînê canê xwe ji dest dabû û kesê ku miriye şivan bûye."

Bûyer li herêma Berê Sîlî (Serê Amêdiyê) qewimiye. Alîkarê Birêvebirê Tenduristiyê ya Amêdiyê got, "Wî kesî rasterast piştî bûyerê canê xwe ji dest daye."

Cebar Mistefa jî her wiha got,"Ew der ji ber şerê di navbera PKK û Tirkiyeyê de qedexe ye lê ew şivan ne şareza bûye û çûye wir, TNT pê ve teqiyaye û canê xwe ji dest daye."

Navê wî kesê ku canê xwe ji dest daye (H. F. E.) ye Ereb e  û 20 salî ye. Her wiha şivan xelkê Mûsilê ye.

Li gorî amarên Dezgeha Giştî ya Kar û Barên Mayinan a Kurdistanê, ji destpêka îsal ve 25 kes ji ber teqînên mayinan û teqînên din canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst