Sîhanok Dîbo: Di navbera Amerîka û Tirkiyê de tenê hevtêgihiştinek heye, ne rêkeftin e

25-08-2019
Xalid Cemîl Mihemed
Kamîran Haco û Sîhanok Dîbo
Kamîran Haco û Sîhanok Dîbo
Nîşan Rojava Navçeya Aram Kurdistan Tirkiye Amerîka YPG HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Nivîsgeha Pêwendiyên Derve ya ENKSê Kamîran Haco dibêje rêkeftina Amerîka û Tirkiyê, emnî û leşkerî ye û devera tê avakirin ne ‘Navçeya Aram’ e. Endamê Encûmena Serokatiya MSDê Sîhanok Dîbo jî diyar dike ku di navbera Amerîka û Tirkiyê de tenê hêvtêgihiştinek heye ku negihiştiye asta rêkeftinê.


Li Rojavayê Kurdistanê pêkanîna navçeyeke aram ev heyameke dirêj e di rojevê de ye ku taybetî jî Tirkiye li ser vê rijd bû û herî dawî di encama hevdîtinên şandên serbazî yên Amerîka û Tirkiyê de, lihevkirinek di navbera herdu aliyan de çêbû bo damezrandina ‘Navçeya Aram’ li Rojavayê Kurdistanê û di vê çarçovê de biryara avakirina, ‘Navenda Operasyonên Hevbeş’ jî hat dayîn bo birêvebirina wê navçeyê ku îro Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê aşkere kir wê navendê dest bi kar kiriye.


Serokê Nivîsgeha Pêwendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), Kamîran Haco û Endamê Encûmena Serokatiya Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD), Sîhanok Dîbo, ji Rûdawê re axivîn.


"Cîbicîkirina vê navçeyê di 3 qonaxan re derbas dibe"


Serokê Nivîsgeha Pêwendiyên Derve ya ENKSê Kamîran Haco, dibêje tiştê ku di navbera Amerîka û Tirkiyê de bûye, rêkeftineke ewlehî û leşkerî ye û û devera dê bê avakirin ne navçeya aram e.” Dîbo herwiha aşkere dike ku cîbicîkirina vê navçeyê, di 3 qonaxan re derbas dibe û dibêje ji Girê Sipî û Serê Kaniyê destpê dike heta digihêje Çemê Dicleyê.


Kamîran Haco, derbarê egera metirsiya derketina şerekî li bakur-rojhilatê Sûriyê û Cizîra Rojavayê Kurdistanê jî diyar kir ku m+etirsiya şerekî nîne.  Serokê Nivîsgeha Pêwendiyên Derve ya ENKSê derbarê çarenivîsa Rêveberiya Xweser de jî got: “Ev rêveberî weke xwe namîne, lê belê dibe ku hewlên jihevnêzîkirinê di navbera aliyan de hebin, herwiha damezrandina rêveberiyeke nû, ku ji hemû pêkhateyan be, bi taybetî ENKSê, ku di rêveberiya nû de, di serê wan pêkhateyan de be.”


"Ev hevtêgihiştin garantor e ku mekanîzmeke guncaw bibîne"


Endamê Encûmena Serokatiya MSD, Sîhanok Dîbo jî derbarê vê mijarê de ragihand, “Tiştê ku di navbera Amerîka û Tirkiyê de, derbarê wê devera ku bi ‘Navçeya Aram’ tê binavkirin, hevtêgihiştineke negihiştiye radeya rêkeftineke sererast e. Êdî ji bo parastina aramî û ewlehiya navçeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ev hevtêgihiştin garantor e ku mekanîzmeke guncaw bibîne.”


Sîhanok Dîbo derbarê çarenivîsa Rêveberiya Xweser, MSDê û HSDê, li Cizîra Rojavayê Kurdistanê jî, dibêje: “Rewş wê hevşêweyî rewşa Minbic be, ku li wê derê Encûmena Leşkerî bi erkê parastina ewlehiyê radibe û ew beşek ji HSDê ye. Herwiha Encûmena Sivîl a Minbicê jî bi birêvebirina karûbarên sivîl û xizmetguzariyê radibe, ew jî beşek e ji sîstema Rêveberiya Xweser. Ji vê yekê, MSD dê li navçeyên Cizîrê bimîne weke sîwana siyasî ya HSDê, herwiha encûmenên ku hene, wê weke xwe bimîn in.”


"Ev hevtêgihiştin dê rê li ber hincetên Tirkiyê bigire"


Di dirêjiya axaftina xwe de Sîhanok Dîbo diyar dike, “Ev hevtêgihiştin û rêkarên wê girîng in û wê bandora wê ya nerênî li ser Rêveberiya Xweser nebe, lêbelê wê bandora wê ya erênî li ser sepandina hebûna MSDê û HSDê hebe, ku di ber 35% ji coxrafyaya Sûriyê de, berpirs e, ev yek jî pêwîst dike ku beşdarbûna wê di Desteya Danûstandinan de hebe, hevdem bandora vê hevtêgihiştinê li ser vekirina deriyê diyalogê, di navbera desthilatê de li Şamê û Encûmena Sûriyeya Demokratîk de. Herwiha wê rê li ber behaneyên Tirkiyê bigire, derbarê hebûna (grûpên terorîst) li ser sînorê wî welatî.”


Herwiha Dîbo dibêje, “Êdî bi derbasbûna vê hevtêgihiştinê warê cîbicîkirinê, ew ê ji bo vekirina rê li ber MSDê û HSDê alîkar be ku beşdariyê di danûstandinên derbarê hemû Sûriyê de, bikin. Bi heman awayî, ev hevtêgihiştin rê li ber şerekî digire, ku Tirkiye bi niyaz bû li dijî navçeyên Rojhilatê Feratê encam bide.” Dîbo nîşan bi wê yekê jî dide ku “pêşketinên vê hevtêgihiştina tirkî-amerîkî nagihêjin qonaxa rêkeftineke seratayî, bêyî ku Efrîn rizgar bibe û niştecihên wê yên ku hatin koçberkirin vegerin cih û warên xwe.”


"Encamdana vê hevtêgihiştinê, ne dijberî prensîpên me yên niştimanî yên sûrî ye"


Endamê Serokatiya Encûmena Sûriyeya Demokratîk MSDê radigihîne: “Dibe bê gotin ku encamdana vê hevtêgihiştinê, ne dijberî prensîpên me yên niştimanî yên sûrî ye, herwiha girêdayî pêwîsitiya nehiştina hemû hebûna Tirkiyê ye, li navçeyên Bakurê Sûriyê ji Cerablus heta Efrînê, bi awayekî ku serweriya Sûriyê bi serast û bê ti kêmbûn, xurt bike.”


Daxuyaniya Endamê Encûmena Serokatiya MSDê, di demekê de ye, piştî ku qonaxa yekem ji Rêkeftina tirkî–amerîkî, derbarê Navçeya Aram, li devera Girê Sipî û Serê Kaniyê, kete warê cîbicîkirinê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst