Hewlêr (Rûdaw) - Li Beşa Hunerên Bedew a Zanîngeha Harranê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê, ji ber ku polên dersê nînin xwendekar li hewşa zanîngehê xwendina xwe berdewam dikin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê heyama sala 2025-2026 a xwendina zanîngehan hefteya borî dest pê kir.
Lê li gelek zanîngehan pirsgirêkên cihên manê û kêmbûna polan heye.
Li Beşa Hunerên Bedew a Zanîngeha Harranê ji ber kêmbûna polan perwerdeyê li hewşa zanîngehê dest pê kir.
Xwendekar dixwazin ku pirsgirêka kêmbûna polan were çareserkirin.
"Em neçar man li hewşê dest bi dersê bikin"
Serokê Beşa Radyo Televîzyon û Sînemayê Dr. Îbrahim Halil Yaşar diyar kir ku heta pirsgirêka polan çareser bibe dê li hewşa zanîngehê dersan bidomînin û got:
“Tevî ku avahî ji bo 3 beşan, Beşa Hunerên Bedew, Beşa Zanistên Îdarî û Îqtisadî û Beşa Geştyariyê hatine dabînkirin, em nikarin kilîla polekê vekin û dersê bidin xwendekarên xwe.
Perwerdeyê hefteya borî dest pê kir û me gelekî hewl da ku ev rewş dernekeve holê.
Lê wekî ku hûn îro li vê derê, em neçar man li hewşê dest bi dersa xwe ya yekem bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse