RIHA - Kûçikên bêxwedî xezalên parastî xwarin

28-07-2025
RÛDAW
Nîşan Riha Xezal Kûçikên Bêxwedî Zanîngeha Harranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li kampusa Zanîngeha Harranê ya Rihayê 2 xezalên ku di bin parastinê de bûn, di encama êrişa kûçikên bêxwedî de mirar bûn.

Li heman zanîngehê ku berê jî xwendekareke ku rastî êrişa kuçikan hatibû canê xwe ji dest dabû.

Bi vê bûyerê re îhmalkariya birêvebiriya zanîngehê careke din bû rojev.

Tevî ku biryarnameya li ser kûçikên bêxwedî ketiye meriyetê jî ji ber ku hinek şaredarî gavên pêwîst navêjin, nûçeyên hovîtiya kûçikên bêxwedî li pey hev tên.

Xeleka dawî ya van îhmalkariyan li Zanîngeha Harranê ya Rihayê qewimî.

Birêvebiriya zanîngehê ji bo ku xezalên ku nifşê wan di bin metirsiya tunebûnê de ye zêde bibin, qadeke taybet ava kiribû.

Di demeke kurt de hejmara xezalan zêde bû. Zanîngehê bi hinceta ku nikare li xezalan binêre, çend sal berê ew radestî Birêvebiriya Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî ya Rihayê kiribûn.

Ji bo xezalan cihekî taybet hatibû avakirin

Hinek ji xezalan berdabûn xwezayê û hinek jî li navenda lênêrînê hatibûn hiştin.

Zanîngeha Haranê bi Birêvebiriya Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî ya Rihayê re ket têkiliyê û xwest ku 2 xezalan li wan vegerînin.

Ji bo xezalan li devera xwaringeha navendî, li ber golê, qadeke bi têlan dorpêçkirî hat çêkirin.

Kûçikên bêxwedî erd kolan û xezal xwarin

Li gorî îdiayê, kûçikên bêxwedî di bin têlên ku bi awayekî saxlem hatibûn çêkirin de tuneleke nîv metre kûr kolan û ketin nav qadê.

Kûçikên ku êrişî xezalan kir, piştî ku ew parçeparçe kirin û kuştin, ew xwarin.

Bertek li pey hev hatin

Piştî bûyerê rêveberiya zanîngehê bi kepçeyê tunela ku kûçikan kolabû girt.

Parçekirin û kuştina xezalan ji aliyê kûçikan ve, li ser medyaya civakî bû sedema bertekên mezin.

Berê jî xwendekarek di êrişa kûçikan miribû

Bikarhênerên medyaya civakî bi bîr xist ku berê jî xwendekarekê dema ku ji kûçikên bêxwedî direviya di encama lêdana otomobîlê de miribû û wan diyar kir ku îhmalkariya birêvebiriya zanîngehê didome.

Xwendekara pola dawî ya Beşa Matematîkê ya Zanîngeha Harranê Sevda Ozkaya (27), nîsana borî dema ku li ber zanîngehê ji otobusê peya dibû, ji ber êrişa kûçikên bêxwedî reviya bû û otomobîlekê  lê dabû û miribû.

Xwendekarên zanîngehê, bi îdiaya ku birêvebirî di mijara kûçikên bêxwedî de ti tedbîran nagire, bi rojan li ber rektoriyê çalakî li dar xistibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst