Hewlêr (Rûdaw) – Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan ku di tedawîkirin û başkirina derûniya jinên Kurdên Êzidî de xwedî roleke girîng bû, dibêje jinên Êzidî bi tiştên ku bi serê wan hatine ji cîhanê hatine vegetandin.
Beşa Tenduristiya Derûnî û Psîkopatolojî li Zanîngeha Duhokê ku berî 2 salan hatibû vekirin, ji aliyê Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan ve tê birêvebirin. Kizilhan ku xelkê Êliha Bakurê Kurdistanê ye, ji Almanyayê hat Kurdistanê û bo cara yekem li Kurdistan û Iraqê, derbarê tendursitiya derûnî de, xebat û perwerdehiyên berfireh pêkanîn.
Xwendekarê Beşa Tenduristiya Derûnî û Psîkopatolojî yê bi navê Ziyad Ehmed Beşîr ku di heman demê de çavdêrê jina bi navê Înas bû, ji rojnameya New York Timesê re diyar kiriye ku ‘Înas her di hizra xwekuştinê de bû’ û gotiye, “Dema ku me ev rewş li gel tiştên bi serê wê de hatine dan ber hev, gelek asayî ye.”
Janê Êzidiyan
Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan ku temenê wî 55 sal e, xwedî çîrokek balkêş e. Bapîrê Kizilhan ji ber ku red kiriye bibe Misilman, hatiye kuştin. Kizilhan bi xwe jî piştî kudetaya leşkerî ya sala 1971an bi awayekî tund tê hişyarkirin ku bi ti awayî bi zimanê Kurdî neaxive. Piştî van zext, fişar û bûyeran jî Jan Kizilhan biryar dide ji welat derkeve û sala 1973an li gel malbata xwe li koçî Almanyayê û li wî welatî bicih dibe.
Profesor Kizilhan, piştî xwendina xwe ya li ser beşa derûnnasiyê li zanîngehên Bochum û Washingtonê, di çarçova Projeya Mafên Mirovan de li zanîngeha Los Angelesê dest bi xebat û lêkolînên zanistî kir û di heyama 20 salan de, di warê derûnnasiya çandên cuda de, zêdetirî 180 lêkolîn û xebatên wî yên zanistî belav bûn û bi wan xebatên xwe gelek xelat wergirtin.
Profersorê Kurd Jan Îlhan Kizilhan, heta niha 25 pirtûk nivîsandine ku dawîn pirtûka wî ya bi navê, ‘Derûniya DAIŞê’ li Almanyayê di nav pirtûkên herî zêde tên firotin de cih girt.
Herwiha Kizilhan 3 roj piştî êrişa DAIŞê ya li ser Şingalê ya di 3ê Tebaxa 2014an de, hat Herêma Kurdistanê û nivîsa wî ya derbarê cînosayda Kurdên Êzidî de ku ji aliyê rojnameya Bildê ve hatibû belavkirin, bala civak û siyasetmedarên Alman kişand ser rûdan û kiryarên navçeyê û taybet jî kiryarên li dijî Kurdên Êzidî.
Jan Îlhan Kizilhan dizanî ku nikare hemû jinên Kurdên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin bibe Almanyayê û ji ber wê yekê sala 2016an, di encama hevdîtineke li gel rektorê Zanîngeha Duhokê, Beşa Tenduristiya Derûnî û Psîkopatolojiyê di bin sîwana wê zanîngehê de ava kir û hewl da bo ku derfet ji bo xwendekaran bên dabînkirin ku mastera xwe di wê beşê de bikin û ew bername sala 2017an li Zanîngeha Duhokê hat cîbicîkirin û di nava vê mehê de Beşa Tenduristiya Derûnî û Psîkopatolojiyê yekem derçûyên xwe di asta masterê de dan.
Veqetîna ji rastiyê
Prof. Îlhan Kizilhan, diyar dike ku zaroka 8 salî ya bi navê Mîdya ji ber kiryar û tiştên bi serî de hatine, rojê 20 caran ji ser hişên xwe diçû û dibêje, “Jin rastî birînên derûnî yên kur hatine. Carna dîtina tevgerek, bêhnek an jî nîşaneke li ser kaxizekê dibe sedem ku ew mexdûr bêhiş bibin. Ji ber ku ew bûyerên destdirêjiyê yên li dijî wan, di hişên wan de zindî dibin. Ev jin ji cîhanê hatin veqetandin.” Kizilhan tekez jî dike ku gelek kes ji Ewropayê li gel wî ketine peywendiyê ku derbarê jinên Êzidî de zanyariyan werbigirin.
Derûnnasê bi navê Ehlem Ferhan jî ragihandiye, “Mîdya ji ber kiryarên li dijî wê hatine kirin, tim xwe bi xwe diaxive. Tim kabûs didîtin. Cara pêşiyê ez ketim wê hizrê ku Mîdya şîzofren e. Lê Dr. Kizilhan ji min re got, ‘Derûniya Midyayê ji ber tiştên bi serê wê hatine, rastî birînên kur hatiye û ew ne şîzofren e’. Bi alîkariya wî me ji bo Mîdyayê proseyeke tedawîkirinê da destpêkirin. Qonaxa yekem a wê bernameyê jî ew bû ku Mîdya li kêleka min min rûne û tenê pirsgirêk û serpêhatiyên xwe vebêje. Di qonaxa duyem de jî me pitikeka pêlîstok bo Mîdyayê anî û ku Mîdya pirsgirêkên xwe bo wê pêlîstokê vebêje. Piştî çend mehan di rewşa derûnî ya Mîdyayê de pêşketineke gelek girîng pêk hat.”
Dermankirina nexweşên rojhilatî li welatên rojava
Ji sedî 80ê mexdûran li welatên rojava tên dermankirin. Dr. Jan Îlhan Kizilhan jî ji bo ku rê û rêbazên dermankirina tenduristiya derûnî li welatên rojhilat jî bicih bibin, di nav hewldanên zêde de ye.
Dr. Kizilhan dibêje ji Almanyayê ji sedî 60ê ew dermankirin û nasînên derbarê derûniya koçberan de tên kirin xelet in û sedema vê yekê jî weke, ‘nasnekirin û nezanîna civak, çand û rewşa navçeyê ji aliyê derûnnas û psîkyatrîstan ve’ pênase dike.
Weke nimûneyekê bo vê rewşê jî Jan Îlhan Kizilhan diyar dike, di serdana wî ya bo kampekê de jineke Kurdên Êzidî ji wî re dibêje, ‘kezeba min şewitî’, û beşek ji xwendekarên di tîma wî de, wisa hizir dikin ku di kezeba wê jinê de pirsgirêk heye, lêbelê wê jina Êzidî dixwast bibêje ku gelek tişt bi serî hatine û dil û kezeba wê gelek êşiyaye.
Veguherîna ji travmayê bo hêzê
Profesorê Kurd Jan Îlhan Kizilhan, ev zêdetirî 20 sal e, hevdîtinan pêk tîne li gel kesên ku li Kurdistan, Tirkiye, Angola, Efxanistan, Bosna, Irak, Sûriye û deverên din li bin bandora şer mayîne û di encam de rastî travma û nexweşiyên din ên derûnî hatine, û derbarê wan de xebatan encam dide. Lêbelê dibêje, “Min li ti deveran tiştên ku bi serê Kurdên Êzidî hatine, nedîtin.”
Ew profesorê Kurd derbarê Nadya Murad de ku par ew keça Kurdên Êzidî, hêjayî Xelata Nobelê hatibû dîtin, dibêje, cara yekem li kampa Duhokê wî Nadya Murad nas kir û diyar jî dike ku wê demê Nadya Murad ji ber serpêhatiyên xwe tim digirî û radiket û herwiha tekez jî dike, “Çawa gihişt vê hêza xwe ya niha? Ez piştrast im di bingehê de xwediyê vê hêzê bû.”
Ji sedî 20ê Iraqiyan xwedî pirsgirêkên derûnî ne
Şer û pevçûnên navxweyî yên li Iraqê, li ser derûniya xelkê wî welatî bûne sedema şopên kur. Li gor raporta New York Timesê, ji sedî 20ê Iraqiyan di nav pirsgirêkên derûnî de ne. Di encama pevçûnan de, ji sedî 56ê xelkê rastî pirsgirêkên fizikî û ji sedî 60 jî rastî pirsgirêkên derûnî tên. Îlhan Kizilhan jî dibêje, nexwşiya derûnî li Iraqê li gor welatên Ewropayê du caran zêdetir e.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê, li wî welatî 138 derûnnas û 60 şêwirmendên bo derûniyê hene. Li gor van daneyan bo ber her 275 nexweşan yek derûnnas dikeve. Li kampên Duhokê niha 250 hezar koçberên şer niştecih bûne. Lêbelê li wê deverê jî tenê klînîkek heye ku di vî warî de alîkariya koçberan bike û di klînîkê dejî hejmareke kêm ya şêwirmendan hene ku ew hejmara kêm têrî wê rêjeya zêde ya koçberên xwedî êş û azarên zêde, nake.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse