Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Ameda Bakurê Kurdistanê jin li dijî tundiyê bi meşaleyan meşiyan
Li Amedê di çarçoveya 25ê Çiriya Paşîn Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan de bi meşaleyan meşek hat lidarxistin.
Jin li Taxa Îskenderpaşayê ya navçeya Sûrê kom bûn û bi meşaleyan meşiyan.
"Jin, Jiyan, Azadî"
Jinan di meşê de tundiya li ser jinan şermezar kir û dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" berz kir.
Kesên ku beşdarî meşî bûne xwest ku dawî li tundiya li hemberî jinan were.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse