Amed ji bo Rojavayê Kurdistanê meşiya: 'Kurd yek in, welat yek e'

1 demjimêr berê
Abdulselam Akinci
Nîşan Amed Rojavayê Kurdistanê Meş
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Ameda Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê meşeke girseyî hat lidarxistin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ragihand ku peymana Şam û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gelekî erênî ye.

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê, siyasetmedarên DBPyê, welatî û nûnerên saziyên sivîl beşdarî meşa li Amedê bûn.

Bi hezaran xwenîşander bi pankartên cuda meşiyan û bi dirûşman piştgiriya xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê ragihand.

Welatî çi difikirin?

Welatiyê bi navê Şerafettîn Yaşar got, "Ji bo Rojava, ji bo Kobaniyê, ji bo keç û xortên Kurd, ji bo zarokên Kurd em li vir in."

"Rêya Kurdan bikin rêya yekîtî û neteweyî"

Malik Çalişkan jî daxwaza yekîtiyê kir û got, "Meseleyek heye dibêjin nisûbetek nizanim ji çi çêtir e.

Înşalah berpirsên Kurdan jî vê nisûbetê bibînin û êdî rêya Kurdan bikin rêya yekîtî û neteweyî.

Bila êdî dev ji biratiya gelan û filan û bêvanan berdin. Ev tişt bi me dide windakirin."

"Kurd yek in, welat yek e"

Muslum Eren jî wiha axivî, "Ez ji bo yekîtiya Kurd û Kurdistanê, ez ji bo em hemû bibin yek û cudatî di nav me de tune be, îdeolojî mîdeolojî tune be ez li vir im.

Kurd yek in, welat yek e, em hemû yek in, em hemû bi hev re bindest in. Ez ji bo azadiyê, ji bo wekheviyê, ji bo yekîtiyê ez hatime vir."

Muşaye Ulker jî bertek nîşanî êrişan da û got, "Qîrîn û hewara zarokan derdikeve erşê esîman.

Ez wan şexsan lanet dikim. Bila destên xwe ji Rojava vekişînin. Bira her kes destê xwe ji Rojava bikişîne."

Bakirhan: Peyman erênî ye

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan piştî meşê gotarek pêşkeş kir û kêfxweşiya xwe ya derbarê peymana Şam û HSDyê de anî zimên.

Bakirhan ji bo parastina mafên Kurdan bangî cîhanê kir û got:

"Bila ti kes bi Kurdên Rojava re neleyîzin. Li Şêxmeqsûdê, li Eşrefiyeyê çeteyan, hêzên rejîma Sûriyeyê, hêzên paramîlîter xwestin Şoreşa Rojavayê ya ku dinya jê re rêz digire biqedînin lê wan tiştek ji bîr kiribû.

Wana berxwedan û hevgirtina gelê Kurdên Dihokê, Zaxoyê, Silêmaniyê, Wanê, Amedê, Sêrtê, Qersê û Îzmîrê ji bîr kiribû."

Bakirhan her wiha diyar kir ku ew dê ji bo parastina destkeftiyên Kurdan bi baldarî cîbicîkirina peymanê bişopînin.

Meş û xwenîşandanên ji bo Rojavayê Kurdistanê, ji bilî Amedê di çarçoveya "1ê Sibatê Roja Cîhanî ya Piştgiriya ji bo Rojava"yê de bi awayekî hevdem li dehan navend û bajaran hatin lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst