Serokê PAKê bo êrişa Parîsê: Divê hemû Kurd li himberî êrîşên wiha helwesteke yekgirtî bigirin

24-12-2022
RÛDAW
Nîşan Êrişa Parîsê PAK Mustafa Ozçelik
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk êrîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê ku di encamê de 3 welatiyên Kurd hatin kuştin şermezar kir û got: “Divê hemû Kurdên cîhanê li himberî êrîşên nîjadperestî yên bi vî rengî helwesteke yekgirtî  bigirin.”

Serokê Giştî Mustafa Ozçelîk li ser êrîşa Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê daxuyaniyek da û got: “Ez êrîşa nîjadperestî ya li ser Kurdên li Parîsê dijîn hatiye kirin şermezar dikim.”

Mustafa Ozçelîk sersaxî ji malbatên qurbanîyên êrîşê re, şîfaya xêrê ji birîndaran re xwest û got: “Serê gelê me sax be.”

Ozçelîk bi bîr xist ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron di derbarê vê êrîşa çekdarî de hevxemiya xwe diyar kiriye û gotye Kurd bûne armanc û dibêje: “Ji ber vê helwesta cenabê wî, ez spasiya rêzdar  Macron dikim û hêvî dikim ku di demeke kurt de sebebê vê êrîşê û yên li pişt vê êrîşê ne bêne diyarkirin û êrîşkar jî bên cezakirin.”

Serokê PAKê bangli Kurdan kir û got: “Di serî de hemû Kurdên ku li dîasporayê dijîn, divê hemû kurdên cîhanê  li himberî êrîşên nîjadperestî yên bi vî rengî helwesteke yekgirtî  bigirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst