Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan ragihand ku li navçeya Tarsusê ya parêzgeha Mêrsînê, piştî xwenîşandana ji bo Rojavayê Kurdistanê kesekî bi çekê gule berdaye ciwanan.
Li gorî gotina Alî Bozan di encamê de ciwanê bi navê Baran Ebdî yê 24 salî ku ji Kobaniyê ye li ser balkona mala xwe hatiye kuştin.
Alî Bozan îro 25ê Kanûna Paşîn a 2026an li ser hesabê xwe yê medyaya civakî dîmen û peyamek belav kir.
Bozan di peyama xwe de got, “Nalet li dijminatiya we be! Ez gotinekê nabînim ku bêjim.
Li Taxa Gazîpaşayê ya Tarsusê, piştî çalakiya me ya ji bo Rojava, hovekî çek berda ciwanên me yên ku belav dibûn.
Baran Ebdî yê 24 salî yê ku ji Kobaniyê bû ku li ser balkona mala xwe bû, ji serê xwe hat gulebarankirin û hat kuştin.”
Bajarê Kobaniyê ev hefteyek e ji aliyê hêzên Artêşa Ereban a Sûriyeyê ve hatiye dorpêçkirin û av, elektrîk û înterneta wî bajarî hatine qutkirin.
Di encama van pevçûnan de rêxistinên mirovî hişyarî dan ku qeyraneke mirovî li Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî li Kobaniyê rû bide.
Li seranserê Tirkiyeyê li dijî êrişên ser Rojavayê Kurdistanê xwenîşandan didomin lê polîs midaxele dikin û rê nadin çalakî û xwenîşandanên xelkê.
#VÎDEO - Li Tarsusê ciwanekî ji Kobaniyê hat kuştin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 25, 2026
🛑 Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan ev vîdeo belav kir û got:
💬Bila dijminatiya we bikeve binê erdê! Ez gotinan nabînim ku bibêjim. Li Taxa Gazîpaşayê ya Tarsusê caniyekî gule berdan ciwanên me yên ku piştî çalakiya me ya… pic.twitter.com/n4G8zeJ2XQ
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse