Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Tiba Dadî ya Kirmaşanê ragihand ku di maweyê 10 mehan de li Kirmaşanê 38 kesan li cihê karê xwe canê xwe ji dest daye û 858 kes jî birîndar bûne.
Birêvebirê Giştî yê Tiba Dadî ya Kirmaşanê Bêhtaş Xanî li ser mijarê daxuyaniyek da.
Bêhtaş Xanî ragihand, "Di 10 mehên borî de 37 mêr û jinekê di dema karkirinê de canê xwe ji dest daye."
Xanî diyar kir ku di wê demê de 858 kesên din jî birîndar bûne û ji wan 833 mêr û 25 jî jin in.
Birêvebirê Giştî yê Tiba Dadî ya Kirmaşanê eşkere kir ku par jî di heman demê de li Kirmaşanê 38 karkeran di dema karkirinê de canê xwe ji dest dabû ku 37 ji wan mêr bûn û jinek bû.
Li gorî gotina Bêhtaş Xanî, di heman dema par de 622 karker birîndar bûbûn ku 594 ji wan mêr û 28 jî jin bûn.
Sedemên mirina karkeran
Bêhtaş Xanî li ser sedemên mirina karkeran jî ev agahî dan:
"Ji wan karkerên ku di vê demê de canê xwe ji dest daye, 27 kes ji bilindahiyê ketine xwarê.
5 kes di bin tiştên giran de mane, 4 kes ji ber karebayê mirine.
Kesek ji ber şewatê, kesek ji ber teqînê û kesek jî ji ber lêketina tiştekî din canê xwe ji dest daye."
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê salane gelek karker di dema kar de dimirin.
Li gorî amarên Tiba Dadî ya Îranê, ji 21ê Adara 2024an heta 21ê Adara 2025an, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 2 hezar karker di dema kar de mirine û 26 hezar û 548 karker jî birîndar bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse