Alîkarê Serokê Zanîngeha Ol û Mezheban ê ji bo Kar û Barên Rewşenbîrî Ebas Xameyar ragihand, "Baweriya Komara Îslamî ya Îranê bi hewlên dîplomatîk ên Amerîkayê nemaye. Ji ber ku Washington û Tel Evîv dan û standinan wekî "dek û dolab" ji bo lêdana leşkerî bi kar tînin."
Ebas Xameyar li ser rewşa paytexta Îranê ya piştî bombebaranên giran ên şeva borî got, "Îro roja yekem a piştî betlaneyên Newrozê ye û li Tehranê qerebalixeke zêde ya welatiyan heye, wekî ku ti şerek tune be."
Lê wî destnîşan kir ku Newroza îsal biêş bû çimkî zarok, dibistan, nexweşxane û binesaziya welêt hatin hedefgirtin.
'Netanyahu bi xwe li dek û dolaban mikur hat'
Wî berpirsê Îranî êrişî Benjamin Netanyahu kir û got, "Em berî neh mehan li Mesqetê pênc caran li gel Amerîkiyan rûniştin, pişt re li Cenevreyê jî me nermî nîşan da lê hemû dek û dolab bûn. Netanyahu bi xwe bi awayekî eşkere got ku me dan û standin wekî hîleyekê bi kar anîn da ku em bi Trump re li ser lêdana Îranê li hev bikin."
Xameyar tekez kir ku bêyî garantiyên navneteweyî yên gelekî cidî, Îran naxwaze rê bide ku şer ji bo cara sêyem ducare bibe.
Li ser plana 15 xalî ya îdareya Trump, Xameyar got, "Piraniya van mercan ji bo astengkirinê ne û tenê ji bo wê yekê ne ku Îran xwe radest bike. Amerîka dixwaze Îran xwe bi dest ve bide lê her kesê ku dîroka vî welatî bixwîne dizane ku Îranî li beramberî destdirêjiya derve dibin yek û ti carî teslîm nabin."
'Aboriya Îranê dê bi pêş bikeve'
Xameyar pê bi bawer bû ku şer dê pêgeha Îranê wekî hêzeke herêmî xurttir bike û got, "Tengava Hurmizê berî şer jî vekirî bû. Niha bi wî mîkanîzmayê ku Îran datîne, Tengava Hurmizê dê bibe sedema sereke ji bo rakirina wan cezayên aborî yên ku 47 sal in bi ser Îranê de hatine sepandin. Aboriya Îranê dê piştî şer gelekî pêşketîtir bibe û her tiştê ku hatiye wêrankirin dê ji nû ve were avakirin."
Pêgeha Kurdan di serdema Pizîşkiyan de
Di beşeke din a axaftina xwe de ji bo Rûdawê, Ebas Xameyar qal û behsa Kurdan kir û got "Kurd beşeke bingehîn a vî miletî ne. Di vê qonaxê de û bi taybetî di serdema serokkomariya Doktor Pizîşkiyan de, rol û pêgeha Kurdan di nav postên hikûmet û parêzgehan de ji berê gelekî zêdetir e."
Xameyar tekez kir ku ziman û çanda Kurdan û Newroz ew koka dîrokî ne ku Îran û Kurdan bi hev ve girêdidin û got, "Her kesê ku hebûna Kurdan înkar bike, wekî kesekî neniştimanperwer tê hesibandin."
Alîkarê Serokê Zanîngeha Ol û Mezheban ê ji bo Kar û Barên Rewşenbîrî Ebas Xameyar beşdarî bultena Rûdawê bû li ser rewşa dawî ya Îranê, şerê li gel Amerîka û Îsraîlê, dan û standin û rewşa Kurdan pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.
Rûdaw: Şeva borî li Tehranê bombebaraneke zêde hebû, niha rewş çawa ye?
Ebas Xameyar: Belê, bi navê Xwedayê mezin û dilovan. Silav ji bo te û ji bo hemû bîneran û ji bo gelê Kurd ê ezîz û mezin. Di rastiyê de ez kêfxweş im ku li gel we me. Ev roja yekem a piştî betlaneyên Newrozê ye û li Tehranê qerebalixeke zêde ya welatiyan heye, wekî ku ti şerek li dar nebe.
Lê ev cejn û Newroz di nav vê rewşê de biêş bû, bi taybetî dema ku zarok, baxçe, park, nexweşxane, dibistan û binesaziya welêt ku têkiliya wan bi welatiyan re heye tên hedefgirtin. Lê berxwedan û rûbirûbûn û amadehiya van welatiyan di hemû saetan de ji bo parastina nîştiman ku wekî parastineke pîroz dibînin, moralê hêzên çekdar bilind dike.
Rûdaw: Bi nêrîna we encama vî şerî çi ye?
Ebas Xameyar: Tiştê ku niha diqewime, encama vî şerî ye. Divê em ji aliyê din bipirsin; ew armanca sereke ya ku wî dixwest çi bû? Dixwest dawî li rejîma Îranê bîne û civaka Îranê tevlîhev bike û armancên din ên wekî kuştina serkirdeyên Îranî hebûn ku hemû rastî şikestinê hatin.
Niha behsa vekirina Tengava Hurmizê tê kirin; vekirina Tengava Hurmizê ne armanceke Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bûye, çimkî ev rê berî şer jî vekirî bû. Ji ber wê mijar têkildarî aliyê din e ku ew çawa dixwaze dawî li şer bîne? Îranî tekez dikin ku ev parastin dê berdewam be heta ku destdirêjî berdewam bin. Divê garantiyeke navneteweyî hebe ji bo rawestandina êrişan, da ku ev şer ji bo cara sêyem bi ser Îranê de ducare nebe.
Rûdaw: Eger hêzeke navneteweyî garantiyê bide, Îran amade ye şer rawestîne?
Ebas Xameyar: Bi dilniyayî eger garantiyeke navneteweyî hebe, şer ducare nabe. Îranê berê dan û standin qebûl kirine û berî 9 mehan li Mesqeta paytexta Omanê pênc caran li gel Amerîkiyan rûnişt lê ew maseya dan û standinan û rêya aştiyane tenê dek û dolabek bû ji bo êrişkirina ser Îranê.
Piştî wê jî Îran li Cenevreyê rûnişt û hemû aliyan tekez kir ku Îranî di dan û standinan de cureyekî nermiyê nîşan dane lê ev dan û standin wekî hîleyekê hatin bikaranîn û ev e ya ku Netanyahu bi awayekî eşkere got: Me dan û standin wekî hîleyekê bi kar anîn û em bi Serok Trump re li ser lêdana Îranê li hev hatin.
Niha pirs ev e; eger agirbest hebe û Îran vê aramiyê qebûl bike, gelo dê êriş ji bo cara sêyem ducare bibin? Gumanên Îranê yên zêde hene. Bi dilniyayî şer dê berdewam be eger garantiyeke navneteweyî ji aliyê welatên dost û rêxistinên navneteweyî û wan saziyên ku hewl didin şer rawestînin nebe.
Rûdaw: Amerîkayê 15 mercên xwe hene, Îran wan qebûl dike?
Ebas Xameyar: Piraniya wan mercên ku Amerîkayê danîne mercên astengkirinê ne, ne mercên asayî ne. Beşek ji wan mercan berê di dan û standinên borî de li ser wan lihevkirin hatibû kirin. Ev tenê hincet in. Îranê jî mercên xwe hene.
Dema ku dan û standin tên kirin, divê hevkêşeya qezenc-qezenc be û dan û standineke rastgoyane be bêyî ti fişarekê, wê demê em dê li ser maseya gotûbêjê bigihîjin çareseriyê. Lê ev mercên Amerîkî yên hatine danîn dixwazin ku Îran xwe radest bike û ev yek ti carî nabe.
Her kesê ku dîroka Îranê bixwîne dizane ku Îranî teslîm nabin. Dema ku destdirêjiya derve hebe, Îranî dibin yek û dibin yekrêz, ev e ya ku em îro di hemû meydan û qad û şeqamên paytext û hemû bajarên Îranê de dibînin.
Rûdaw: Piştî vî şerî çi guherîn dê çêbibin?
Ebas Xameyar: Ez nizanim mebesta te ji kîjan guherînê ye; gelo di asta navxwe de yan di her asteke din de? Lê bi dilniyayî ev şer dê pêgeha Îranê xurttir bike. Eger serkeftin bi vî şêweyî be, Îran dê wekî hêzeke herêmî ya mezin derkeve. Ev şer ji bo welatên cîran tekez dike ku ewlehiya bikom, ew daxwaziya Îranê ye ku her tim û ji destpêkê ve gotiye.
Ewlehiya herêmê ya li Kendava Farsê ewlehiyeke bikom e û pêk naye meger bi beşdariya welatên herêmê û dûrxistina wan ji baregehên leşkerî yên biyanî. Ev xalek e di asta derve de, û di asta navxwe de jî pêdiviya me bi avakirina yekîtiya milet û avakirina aboriya Îranê heye.
Ez wisa difikirim ku Tengava Hurmizê bi wan rêzikên ku Îran datîne û bi wî mîkanîzmayê ku Îran wê kontrol dike, bêguman dê bibe sedemeke sereke ji bo rakirina cezayên aborî yên li ser Îranê ku 47 sal in berdewam dikin. Ji vî alî ve aboriya Îranê dê gelekî pêşketîtir be ji ya ku berê hebû û tiştê ku êrişkaran wêran kiriye, bi taybetî di warê binesaziyê de dê ji nû ve were avakirin.
Rûdaw: Wekî pisporekî, hûn pêşbînî dikin ku miamaleya Îranê ya li gel Kurdan û pêkhateyên din biguhere?
Ebas Xameyar: Kurd beşeke bingehîn a vî miletî ne, ew pêkhateyekî bingehîn in ku pêgeheke wan a taybet heye. Ev ne tenê pesindayin e. Pêgeh û postên di nav hikûmetê de li cihên din, dibe ku di vê qonaxê de û bi taybetî di serdema serokkomariya Doktor Pizîşkiyan de, sûdwergirtina ji vê pêkhateya mezin û resen zêdetir be ji her demeke borî di asta hikûmeta navxwe û parêzgehên Kurdnişîn de.
Ev koka civakî, çandî û dîrokî, kokeke Îranî û Kurdî ye ku regekî wan ê dîrokî di ziman û dab û nerît û çandê de heye. Gelek tişt wan bi hev ve girêdidin, bi taybetî Newroz ku wekî mînaka herî bilind tê hesibandin. Hebûna Kurdan di Parlamentoya Îranê de, di Encumena Şûraya Îslamî de, di hikûmetê de di asta alîkarê serokkomar û gelek postên din de mijareke xwezayî ye. Her kesê ku hebûna vê înkar bike yan tiştekî din bixwaze, em wî wekî kesekî neniştimanî û nedilsozê welatê wî nas dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse