Hewlêr (Rûdaw) - Suleyman Erbîlê ku sala 1992yan wekî karmendekî paqijiyê di ferîbotê de dest bi kar kiriye bûye kaptanê wê.
Ew piştî 4 salan bû kaptan û ji wê demê ve li ser Bendava Kebanê bi ferîbotê welatiyên ji navçeya Çemişgezekê ya Dêrsimê li gel otomobîl û barhilgirên wan dibe Xarpetê û tîne.
Kaptanê ferîbotê Suleyman Erbîl li ser karê got:
“Kaptanê berê û xwediyê ferîbota taybet ji xwe re li karmendekî digeriyan.
Hinek kesan jî ez pêşniyar kirim, ew jî hatin û ji min re got.
Ev kar jî bi dilê min bû û ez hatim. Min destpêkê wekî karmend dest pê kir.
Min paqijiya keştiyê dikir û otomobîl bar dikirin û dadanîn.
Min 4-5 salan ev kar kir, min otomobîl bar kirin û danîn.
Min li çayxaneyê kar kir û ji kar nereviyam lê fêrî kar bûm û bûm kaptan.
Ev hestekî pir xweş e. Tu ji mirovan re dibî alîkar, tu nexweşên wan û cenazayên wan dibî û tînî.
Tu derengiyê şevê mirovan dibî û tînî, di nav wan de jî hestekî xweş çêdibe.”
Bendava Kebanê sala 1974an li ser Çemê Feratê hat çêkirin.
Piştî çêkirina bendavê li Xarpet û Dêrsimê gelek dever di bin avê de man.
Ji ber bendavê çûn û hatina di navbera navçeyên Çemişgezek û Pêrtagê yên Dêrsimê û Xarpetê de bi ferîbotan tê kirin.
Suleyman Erbîl jî ew erk girtiye ser milê xwe û 30 sal in di vê rêwîtiyê de bûye sîmayekî naskirî yê navçeyê.
"Em ji zaroktiya xwe ve Suleyman di ferîbotê de dibînin"
Welatî Turker Guler da zanîn:
“Ez 48 salî me, em ji zaroktiya xwe ve birayê Suleyman di ferîbotê de dibînin.
Birayê Suleyman ji bo van ferîbotan kesekî kêm peyda ye.
Ev derdora 40 sal in ez wî nas dikim û ji bo gundên derdorê xizmetên girîng kirine.
Çûn û hatina me ji Çemîşgezekê ber bi Xarpetê ve bi ferîbotê ye, ew gelekî bi sebr e û ji aliyê kesên derdora wî ve gelekî tê hezkirin.
Em ji ber van xizmetan gelekî spasiya wî dikin.”
Suleyaman Erbîl 7ê sibehê dest bi geşta xwe yekem dike û demjimêr 11:30ê şevê jî geşta xwe ya dawî temam dike.
Rojane bi dehan mêvanên ferîbota xwe bi dualî ji Çemişgezekê vediguhêze Xarpetê û kêfxweş e ku wan digihîne xizm û hezkiriyên wan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse