DÊRSIM - Li Duzgun Babayê pevçûna bi çekan: Ap û birazî hatin kuştin

25-05-2025
RÛDAW
Yaşar Seyrek û biraziyê wî Denîz Seyrek / Wêne: Alî Haydar Gozlu, Rûdaw
Yaşar Seyrek û biraziyê wî Denîz Seyrek / Wêne: Alî Haydar Gozlu, Rûdaw
Nîşan Dêrsim Duzgun Baba Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Duzgun Babayê ku ji bo Kurdên Elewî cihekî pîroz e, di pevçûneke bi çekan de Yaşar Seyrek û biraziyê wî Denîz Seyrek hatin kuştin.

Huseyîn Yamanê ku ap û birazî kuştin li ser çiyayan hat desteserkirin.

Pevçûn li nêzîkî cemxaneyeke li quntarên Çiyayê Duzgun Babayê qewimî.

Li gorî îdiayan, beriya du rojan Yaşar Seyrekê 56 salî û biraziyê wî Denîz Seyrekê 23 salî bi Huseyîn Yamanê 47 salî re ji ber sedemeke ne diyar ketin nava nîqaşekê û pev çûn.

Îro jî ji ber nîqaşa di navbera wan de, Yaman bi demançeyê gule li serê Yaşar Seyrek û sing û qirikê birazî wî Denîz Seyrek xistin.

Li ser agahdarkirina gundiyan cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di lêkolîna destpêkê ya tîman de hat diyarkirin ku Yaşar Seyrek miriye.

Tîman Denîz Seyrekê ku bi giranî birîndar bûbû piştî midaxeleya destpêkê veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.

Her wiha tîman piştî lêkolîna dozger a li cihê bûyerê termê Yaşar Seyrek ji bo otopsiyê bir morga Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.

Denîz Seyrekê bi giranî birîndar bûbû li nexweşxaneyê mir.

Huseyîn Yaman piştî bûyerê reviya herêmeke çiyayî.

Cendirmeyan herêm dorpêç kir û piştî xebateke saetekê Yaman hat desteserkirin.

Lêkolîna li ser bûyerê berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst