Hewlêr (Rûdaw) - Piştî du salan, projeya çandina 20 hezar şitilên zeytûnên Îspanî li Hewlêrê bi dawî bû.
Rêveberê Cîbicîkar ê Dezgeha Riwangeyê Hesen Şêx Eledîn got, "Di rojekê de dê bikarin 4 milyon lître oksîjenê berhev bikin."
Bi amadebûna Serokê Dezgeha Riwangeyê Îdrîs Nêçîrvan Barzanî, Wezîra Çandiniyê û Çavkaniyên Avê, Bêgerd Talebanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî û çend berpirsên hikûmetê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bidawîbûna projeya çandina 20 hezar şitilên zeytûnên Îspanî li Hewlêrê hat ragihandin.
Proje ji aliyê Dezgeha Riwangeyê ve bi hevkariya rêxistina GIZ a Almanî û Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên Avê li bilindayiyên Kesnezana Hewlêrê hatiye pêkanîn.
Hesen Şêx Eledîn di merasîmê de axivî û got: "Ji sala 2023yan ve kar ji bo projeyê têne kirin û nîsana sala borî, 11 hezar dar ji aliyê rêxistina GIZ a Almanî ve ji dezgehê re hatine dabînkirin û dezgehê dest bi çandinê kiriye."
Li gorî gotinên Hesen Şêx Eledîn 9 hezar darên din ji aliyê Îdrîs Barzanî ve hatine dabînkirin û niha li vir 20 hezar darên zeytûnê hatine çandin.
Rêveberê Cîbicîkar ê Dezgeha Riwangayê eşkere kir ku ji bilî parastina jîngehê ev 20 hezar dar dê di rojekê de karibin 4 milyon lître oksîjenê dabîn bikin ku ew miqdarê oksîjena pêdiviya neh hezar kesan dabîn dike.
Hesen Şêx Eledîn da zanîn ku heke 20 hezar dar bigihîjin hilberînê ew dê karibin 120 ton rûnê zeytûnê û 400 ton zeytûnan berhev bikin.
Şitil ji cureyê zeytûnên Îspanî hatine hilbijartin.
Li gorî gotina Rêveberê Cîbicîkar ê Dezgeha Riwangayê zeytûnên Îspanî gelekî zûtir digihêjin hilberînê û di nava 2 salan de berhemê didin.
Hesen Şêx Eledîn got, “Bi sûdwergirtina ji pêşketinên serdema niha, ji bo avdana daran depoyên avê hatine bikaranîn ku di demsala havînê de tenê carekê yan jî du caran pêdivî bi tijîkirina depyên wan heye."
Li gorî projeyê ji bo her darê depoyeke avê hatiye danîn ku 15 heta 20 lître avê hildigire û dibe ku bi giranî, mehane tenê carekê pêdivî bi tijîkirinê hebe, ev jî rê li ber îsrafa zêde ya avê digire.
"Ji bo koçberan û jinan derfeta kar hatiye duristkirin "
Di heman demê de Nûnera Ajansa GIZ a Almanî Soma Wehab jî di merasîmê de axivî û wê jî got,"Çandina van 20 hezar daran, ne tenê projeyeke jîngehî ye lê ev çespandina nûbûnê, hêviyê û berxwedanê ye.
Ev proje encama karê kolektîf ê penaberan, koçberên navxweyî û civaka mêvandar bû, di nav wan de jin û kesên xwedî pêdiviyên taybet hebûn."
Bêgerd Talebaniyê jî di merasîmê de got, "Di demekê de hatiye kirin ku guherîna avûhewayê li asta cîhanê bala piraniya welatan kişandiye.
Dema pêşniyaza hevkariyê bi me re kir, bi taybetî li ser guherînên avûhewayê, bêguman min cidîbûneke pir mezin di mebestên vê dezgehê de dît ku bikare karekî mezin ê bi vî rengî pêk bîne.
Ji niha pê ve divê em bi hev re hevkar bin ji bo parasina wan, da ku ew karibin bikevin ser hilberînê."
"Dezgeha Riwangayê di karê xwe de cidî ye"
Bêgerd Talebaniyê spasiya Îdrîs Nêçîrvan Barzanî jî kir û got, "Ew tiştê ku em hevkariyên xwe li gel Dezgeha Riwangeyê bibin asteke din, cidîbûna wan a di karan de ye.
Ji bo zêdekirina rûbera çandina zeytûnan li Herêma Kurdistanê, perwerdehiya cotkarên û venêrîna baxên zeytûnê em dê bi Îtalyayê jî re dest bi karê hevbeş bikin.
Armanca hevbeş a li gel welatên pêşketî yên wek Îtalya ew e ku em nerîta keskkirin û berfirehtirkirina rûberan biguherînin, ne tenê ji bo dabînkirina oksîjenê û kêmkirina dîoksîda karbonê be lê em dixwazin pêşî bidin wan daran ku sûdeyên aborî hene û dikarin di qonaxên zuhabûnê de li hember kêmaviyê berxwe bidin.
Projeya Kesnezan beşek e ji kampanyayeke berfireh ku bi navê "Kurdistana Kesk" ji bo zêdekirina rêjeya hêşinahiyê li bajarên Herêma Kurdistanê û ji sala 2020an ve dest pê kiriye û heta niha zêdetirî 200 hezar dar hatine çandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse