Li cadeyan qayîşên saetan difirot lê niha milyoner e

25-07-2019
RÛDAW
Mihemed Salih Mizûrî niha li Almanyayê dijî û bazirganekî naskirî ye.
Mihemed Salih Mizûrî niha li Almanyayê dijî û bazirganekî naskirî ye.
Nîşan Kurdistan Kurd Bazirgan Mihemed Salih Mizûrî Frankfurt Almanya
A+ A-

Frankfurt (Rûdaw) – Bazirganê Kurd ê bi eslê xwe ji Duhoka Başûrê Kudistanê, Mihemed Salih Mizûrî ku niha li Almayayê dijî, heyamekê qayîşên saetan difirotin,lê belê  niha ew milyoner e û xwediyê dîzayna zêran a taybet bi xwe ye. Ew berhemên ku ji aliyê kompaniya Mizûrî  ve tên dîzaynkirin, li gelek welatên cîhanê belav bûne.

 

Mihemed Salih Mizûrî ji gundê Bilan ê devera Etrûş a Duhokê ye. Sala 1974 di heyama şoreşê de ew û malbata xwe ji neçarî diçin Mûsilê. Mizûrî di rewşeke hejariyê de zarokatiya xwe li Mûsilê derbas dike û piştre koçî derveyî welat dike.

 

Salih Mizûrî di bernameya ‘Big Story’ a Rûdawê de çîroka serkeftina xwe vedibêje.

 

Mizûrî derbarê rewşa wan a li Mûsilê wiha dibêje, “Em li Mûsilê 6-7mal di hewşekê de bûn. Dema diçûm dibistanê min hest pê dikir me şiyanek heye û divê em wê bînin der. Derfeta me nebû, em hemû feqîr bûn û ji ber hindê me ji neçarî ji sifirê dest pê kir. Bavê min li devera Etrûşê di wê heyama şoreşê de Pêşmerge bû û em jî li  Mûsilê bûn û li wir bin dest bûn me nediwêra dengê xwe bilind bikin. Em di odeyekê de bûn û carna li dijî Kurdan gotinên nexweş dikirin û me jî li xwe dihewand ku heta rojek tê. Min jî wê demê bi wan hestan bo xwe hinek armanc danîn ku ez bigihimê.”


“Min du armanc danîn ber xwe”


Mizûrî diyar dike ku heta dibe ciwan ew kar û xwendinê li gel hev dimeşîne û dibêje dema dikeve temenê ciwantiyê du hedefan bo xwendin û kar datîne ber xwe. Mizûrî axaftina xwe dewam dike, “Min jî şixûlê zêr girt.” Mizûrî li ser sedema vê jî dibêje, “Dema min li zêr li hinek cihan dît min zanî ku zêr madekî zaf û zelal û ti carî jengî nagire û zêr dê her weke zêr bimîne û min jî dest bi vî karî kir. Dema ku mirov hewl dide, Xwedê serkeftinê bo mirov tîne.”


Mihemed Salih Mizûrî aşkere dike wê demê li Mûsilê di rewşeke dijwar de karê xwe pêk tînan û dibêje dikan le ser navê wan bû û nêzîkatiya wan a li hemberî Kurdan xerab bû û destnîşan dike ku tevî wan dijwariyan jî heta salên 90î karê xwe berdewam kirin.




Mizûrî hedefa xwe ya xwendinê jî pêk tîne û hiqûqê tewaw dike. Salih Mizûrî dema ku diçe bo Almanyayê û li bajarê Fankfurt ê wî welatî bicih dibe, nikare parêzeriyê bike û wiha pê de diçe, “Xewna min her zêringerî bû û ez li ser bi israr bûm. Yekem car min maseyek anî û li ser cade û li pasaj û wan saet û qayîş danîn ser û firotin. Hedefa min yekem ew bû ku bibim xwediyê dikanekê. Min du kar dikirin wê demê.” Mizûrî piştî wê heyamê bi piştevaniya kesekî li gel kompaniyekê dest bi karê xwe dike.


Salih Mizûrî li dikaneke li şeqameke qelebalîx a Almanyayê sala 2000an weke xebatkar dest bi kar dike. Mizûrî dibêje berî hatina xwe jî li Mûsil û gelek cihên din ên Kurdistanê karê zêringeriyê kiriye ku niha vî karê xwe berdewam dike.


Salih Mizûrî dibêje, “Sala 2000 an 2001 bû nayê bîra min, min li wê dikanê dest bi kar kir, dezgeha dikanê jî me bi xwe çêkir. Bo maweyê 2-3 salan ez li wir xebitîm. Piştî hingê karê me mezin bû. Pêşiyê ji bo ku em bikarin kompaniya xwe pêk bînin pêwîst bû em xwediyê milkekê ban.” Salih Mizûrî jî yekem milkê xwe dikire ku niha bi kirê daye û weke cihekî kuaforekê xizmetê dide.


Mizûrî dema ku yekem car dibe xwediyê kargeha xwe li wî welatî ku navê wê jî ‘Royal’ bû, dibêje, “Dema min jî biryar da ku kargehekê bo xwe vekim, ez li cihekê geriyam lêbelê me dikan peyda nekir û min ev kargeha ku bû yekem  dikana min dît kesekî Hindî yê ji Brîtanyayê birêve dibir. Wî kesê Hindî zêrên eyar 22 difirotin. Kargeha wî gelek mezin bû û me ji neçarî dikana wî kire 3 pişk ku pişkek bo min û 2 pişk bo wî. Yek dikan lê du beş û her kesek bi serê xwe. Zêrên min yê eyar 14 ê ji Tirkiyê bû û yê wî zêrê eyar 22 ê Asyayî bû. Min hinekê bi feqîrtî dest bi kar.”


Ew bazirganê Kurd dibêje, dema ku bû xwediyê dikanê bar û berpirsiyariya wî gelek zêdetir bû û wiha pê de diçe, “Ez li wê derê jî 3 salan mam û hêdî hêdî ez pêhesiyam ku şirîkatî bo me ne baş bû. Kesekî Efxanî ku me roj li gel hev çay vedixwar û bi wî awayî hevaltiyek di navbera me de çêbû, rojekê zêr ji min xwest. Min jî ji kompaniyê re got, ‘zêr bidinê û navê min binivîsin’. Ew jî rojekê hat cem min û ji minre got ez dê biçim Kanadayê û deynê te li ser min gelek zêde bûye û got were dikana min bo xwe bibe û min dikana wî jî girt û heta niha jî karê me berdewam e.” 


Mizûrî bi wergirtina wê dikanê dibe xwediyê yekem dikana xwe ya serbixwe û dibêje ji ber hindê cihekî wê yê taybet heye li gel wî.


Parêzerek hevalî Mizûrî jî dibêje, “Sala 2001ê me hevdu nas kir. Dikana wî di bin ofîsa me de bû. Min carna didît ku li gel dikaneke tirkî kar dike û min got hewceyî silavê nîne û wî jî digot ka ez Ereb im û wî jî digot hewceyî silavê nîne. Piştre min dît ku kesekî pir rûken e, xwîngerm e û bi awayekî me hevdu nas kir û hevaltiya me dest pê kir ku ev nêzikî 20 salan bûye. Min di demeke kurt de ew nas kir ku kesekî xwedî kurdewarî, welatparêz û însaniyeteke kur û xwedî dilekî mazlûm, paqij e û me hevdu hibêz kir û hevdu berneda ev 20 sal in.”


“Ne weke rêveber weke kesûkarê xwe miamele li gel me dike”


Jenayde Perez ku di dikana Mizûrî de kar dike dibêje, “Rast ew li vir rêveber û şefê me ye. Lêbelê li vê derê weke malbatekê ne. Ew weke rêveberekê miameleyê li gel me nake, ew weke kesûkarên hev in. Kesayetiyeke wî ya gelek baş heye.”


Em ji Mizûrî dipirsin, ‘Girîngiya zêr li gel te çiye ku te bo xwe kiriye karekî bazirganiyê, mesele darayî bû an pêwendiyeke te ya din heye li gel zêr?’ û ew jî dibêje “herkesek li pey nanê xwe ye û li gor wê her kesek karekî dike û diyar dike ku wî beriya vî karî gelek karên din kirine. Mizûrî bersiva xwe wiha didomîne, “Lêbelê ew kar tenê nan û zik bû. Lêbelê hidayeta vê derê hezkirina kar bû. Kar weke jinekê ye, mirov rêzê li karê xwe bigire û ji karê xwe hez bike, kar jî ji mirov hez dike. Ji ber hindê min jî îsrar kirç Malbata min digot ‘em bo xwe donerekê an dikaneke din vekin û êdî ti kes zêr nakire’. Min got na nanê me dê her jê derbikeve.”


Mizûrî dibêje gelek kes ji wî dipirsin bê ka Kurd li gel wî hene û wiha pê de diçe, “Helbet ez hesta şerefê dikim ku Kurd li gel min bin û lazim e li gel min jî bin. Min di serî de xwestiye ku Kurd li gel min kar bikin.”


Solîn Mela Osman a ku li dikana Mizûrî kar dike, diyar dike, “Berî ku li vir dest bi kar bikim min tiştekî wisa nedifkîr ku karê zêran bikim. Lêbel piştî ku min kak Salih dît ku di karê xwe de serkeftî ye û jê hez dike ez jî fikîrim ma çima ez jî weke wî lê neyêm.”


‘Nihêniya serkeftinê: Ji kar hezkirin û sebir’


Mizûrî derbarê nihêniya serkeftina xwe de jî  diyar  dike divê mirov wisa be ku derdora mirov ji mirov razî be û wiha pê de diçe, “Hedefa me ew bû, me mihtacî ti kesî nebin, ji karê xwe hez bikin û sebir bikin. Hedefa min ya ya ewilî jî ew bû ku ez bigihim astekê ku zarokên min, biyarên min li ser lingên xwe bisekinin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst