SEMSÛR - Berhemên zivistanê bi rê û rêbazên bav û kalan diparêzin

11-09-2025
RÛDAW
Behemên gundiyan ên ku li şikeftê tên parastin/Wêne: AA
Behemên gundiyan ên ku li şikeftê tên parastin/Wêne: AA
Nîşan Semsûr Şikeft
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Aldûşê ya Semsûra Bakurê Kurdistanê, welatî bi sedan sal in bi rêbazeke kevneşopî berhemên xwe yên zivistanê di şikefteke xwezayî de diparêzin.

Ew şikefta ku li Zozana Acixayê di bilindahiya hezar û 800 metreyî de ye, ji bo welatiyan wekî sarkereke xwezayî kar dike.

Welatî biharê lorik, nivîşk û penêrên xwe dixin eyaran û wan di şikefta ku di nav zinaran de ye bi cih dikin.

Di germa havînê de jî ev berhem li vê derê di nav hênikiya xwezayî de dimînin û xera nabin.

"Em vê derê weke depoyeke sar bi kar tînin"

Welatiyê bi navê Ahmet Selîm li ser dîroka şikeftê axivî û got:

"Li gorî ku ji min re hatiye gotin ev şikeft 500 sal in heye û tê bikaranîn.

Em ajelên xwe tînin zozanan. Ji şîrê wan lorik û penîr çêdikin û dixin eyaran.

Pişt re jî wan li vir bicih dikin û heta meha 11an li vê derê dimîne. Em vê derê weke depoyeke sar bikartînin.”

Ji bo ku ajelên kovî zererê nedin berhemên wan, welatiyan di hundirê şikeftê de kamerayên fotokapanê jî danîne.

"Berhemên xwe yên zivistanê li vê derê diparêzin"

Welatiyê bi navê Mehmet Ay jî got “Ev der cihê bikaranîna hevbeş yê 3 heta 4 gundan e.

Bi taybetî berhemên xwe yên zivistanê yên wekî penîrê eyaran tînin û li vê derê diparêzin.

Piştî ku 3 heta 4 mehan li vê derê ma ji bo zivistanê wan di mehên çiriya paşîn û kanûna pêşînê de derdixin.

Sedema danîna kameraya fotokapanê ew bû ku hinek welatiyên berhemê xwe li vê derê danîbûn gotin ku ajelek hatiye nav şikeftê û eger heye ku ew ajel werşeq be. Lê ev 3-4 roj in me kamera daniye û me ti tiştek nedîtiye.”

Bi hatina payîzê û sarbûna hewayê re berhemên xwe ji şikeftê derdixin.

Beşekê ji bo pêdiviyên xwe yên zivistanê vediqetînin û beşa zêde jî difiroşin û bi wî awayî debara xwe dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst