Hewlêr (Rûdaw) - Polîtbûroya YNKê biryar da ku hevserokê partiyê Lahûr Şêx Cengî di nava 72 demjimêran de Herêma Kurdistanê bicih bihêle û heta du hefte piştî ragihandina encama hilbijartina parlamentoya Iraqê ya di 10ê Cotmehê de, venegere. Herwiha biryar hat dayîn hemû hêzên ne fermî di dema 24 demjimêran de bên belavkirin.
Li gor daxuyaniya Polîtbûroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ku roja 24ê Tebaxê derçûye, di civîna polîtbûroyê de ev biryar hatine dayîn;
-Seferkirina heval hevserok Lahûr Şêx Cengî bo derveyî welat di heyama 3 rojan de, heta du hefte piştî ragihandina encama hilbijartina Parlamentoya Iraqê
-Belavkirina hêzên ne fermî û qerebalixiyan di 24 demjimêran de, paşê hêzên fermî ku ji bo parastina hemwelatiyan di erk de ne, tên vekişandin
-Heval hevserok Bafil Talebanî hêzên fermî radispêre ji bo selametiya heval Lahûr heta wê dema ku sefer dike
-Hemû ew êriş û pelamêrên medyayî yên veşartî û eşkere bên ragirtin
-Ji îro ve, 24/08/2021, heval Lahûr piştevaniya xwe bo serxistina Hevpeymaniya Kurdistanê û proseya hizbî li nav Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê radigihîne bi hemahengî li gel Polîtbûroyê
Sekreterê Encûmena Serkirdayetiya YNKê Ferîd Eseserd ji Rûdawê re ragihand, “Ew biryara polîtbûroya YNKê rast e û duh ev biryar bi Lahûr Şêx Cengî hatiye gihandin.”
Ferîd Eseserd derbarê pêngavên pêşerojê jî got, “Pêngava bê ne diyar e û her biryarek bê dayîn divê civîn biryarê wê derbarê de bide.”
Li ser helwesta Lahûr Şêx Cengî jî Ferîd Eseserd got, “Nikarim behsa ew a di civînê de hatiye gotin bikim.”
Roja 8ê Tîrmehê nakokiyên di navbera hevserokên YNKê de teqiyan, dema ku Bafil Talebanî biryara guhertina berpirsên Dezgeha Dije-Teror û Zanyarî da. Paşê roja 15ê Tîrmehê di civîna polîtbîbûroya YNKê de desthilatên hevserokatiyê ji Lahûr Şêx Cengî hatin wergirtin.
Lahûr Şêx Cengî biryar red kirin
Li aliyê din Hevserokê YNKê Lahûr Şêx Cengî jî îro zelalkirinek belav kir û ragihand, ew hatiye agahdarkirin ku “îro Çarşemê, 25/08/2021, çend endamên serkirdayetiyê bo Debaşan hatine vexwendin û ji wan re hatiye ragihandin ku qaşo di navbera birêz hevserokên YNKê de rêkeftinek hatiye kirin bo ku Lahûr Şêx Cengî ji bo heyameke demkî biçe derveyî welat.”
Lahûr Şêx Cengî di daxuyaniyê de tekez dike, ew agahdarê wan biryaran nîne ku li ber wan endamên serkirdayetiyê hatine danîn ku bo Debaşan hatine vexwendin.
Di daxuyaniyê de hatiye, “Ji vir birêz hevserok Lahûr Şêx Cengî hemû endamên serkirdayetiyê bi giştî, taybet ên bi hincetên ciyawaz hatibûn vexwendin agahdar dike, ku birêz (Lahûr Şêx Cengî) dûr û nêzîk agahdarê wan xalan nîne ku li ber wan hatine danîn û dûr in ji rastiyê û bi ti şêweyekî rêkeftineke bi vî awayî nehatiye kirin û nayê kirin.”
Lahûr Şêx Cengî daxwaz dike bo her mijareke ku behs li ser bê kirin, bi rêya civîna fermî ya Encûmena Serkirdayetiyê be ku berztirîn organa partiyê (YNK) ye.

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse