Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Alîkarê Serokê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) yê ji bo Kar û Barên Derve Zafer Sirakaya pêşwazî kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên li gel Tirkiyeyê û rewşa herêmê hat gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Her du aliyan tekezî li ser girîngiya pêwendiyên di navbera xwe de û hevkariya hevbeş a di warên cuda de kir ku xizmeta berjewendiyên her du aliyan dike û aramiyê li herêmê diparêze.”
Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê wekî cîraneke girîng li Tirkiyeyê dinêre ku berjewendiyên hevbeş û demdirêj wan bi hev ve girê dide.
Serokê Herêma Kurdistanê ji bo rola Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a di bihêzkirina pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re spasiya xwe anî zimên.
Berpirsê AK Partiyê Sirakaya daxwaza berdewam a Tirkiyeyê ya ji bo berfirehkirina pêwendiyan anî zimên û pesnê dostanî û rola erênî ya Nêçîrvan Barzanî ya li ser asta herêmê da.
Her wiha, di hevdîtinê de pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û çend mijarên din ên girîng ên hevbeş jî hatin gotûbêjkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse