Fuat Usta li Geverê dilê xwendekaran xweş kir

25-11-2025
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Nîşan Fuat Erdîl Gever Colemêrg
A+ A-

Gever (Rûdaw) - Şirînîfiroşê Geverî Fuat Erdîl ji bo xweşkirina dilê xwendekar û mamosteyên gundan, gund bi gund geriya û şîrînî da xwendekar û mamosteyên gundan.

Xêrxwarê Kurd Fuat Erdîl li Geverê wekî “Fuat Usta” tê naskirin.

Fuat Usta û hevalên xwe doh çûn 80 dibistanên Gevera Colemêrgê. Ew heta gundê Şitazinê yê Oremarê jî çûn ku gundekî gelekî dûrî navçeyê ye.

Fuat Usta bi vê helwesta xwe dilê xwendekaran xweş kir.

"Me got bila keyfa me jî xweş be"

Fuat Erdîl diyar kir ku armanca wan tenê dilxweşkirina xwendekaran e û got:

"Belkî ne tiştekî gelekî zêde be jî lê me şirînî û gul pêşkêşî xwendekar mamosteyên xwe kirin. Me got bila dilê wan xweş be, bila keyfa me jî xweş be.

Rast e alîkariyeke zêde nîne lê hema ji bo keyfxweşkirina wan e. "

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst