Artêş û gundiyên Ereb bi hev re êrişî HSDyê dikin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan HSD Komên Çekdar Êriş Rojavayê Kurdistanê Çil Axa Qamişlo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tevî ragihandina agirbestê, şer û pevçûn li gundên başûrê navçeya Çil Axayê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê de dest pê kir.

HSDyê ragihand ku wan di çarçoveya mafê parastina rewa de wan bersiva çavkaniyên gulebaranê daye û êrişeke li gundê Sefayê pûç kiriye.

Nûçegihana Rûdawê Dilniya Rehmanê li nêzîkî gundê Çil Axayê ragihand ku şer û bombebaran li herêmê berdewam dikin.

Nûçegihana Rûdawê her wiha diyar kir ku şervanan êrişeke li gundê Sefayê yê başûrê Çil Axayê têk biriye ku ji aliyê çekdarên girêdayî Artêşa Sûriyeyê ve hatibû kirin.

“Gundiyên Ereb alîkariya artêşê dikin”

Li gorî zanyariyên Rûdawê, beşek ji kesên Ereb ên gundên herêmê, jin û zarokên xwe şandine derveyî gundan û ew bi xwe mane da ku alîkariya Artêşa Sûriyeyê bikin di kontrolkirina gundan de.

Li hemberî vê yekê HSD berxwedaneke tund dike û hewl dide rê li ber ketina wan gundan bigire.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de got:

"Hêzên me bersiva êrişeke komên girêdayî Şamê ya li gundê Sefayê da.

Ev êriş tevî hebûna agirbestê jî di çarçoveya zêdebûna binpêkirinên Şamê de tê."

Sivîl koçber dibin

Ji ber tundiya şer xelkekî zêde koçber bûye û beşek jî birîndar bûne.

Jineke ku ji gundê Baqilê reviyaye ji Rûdawê re got, "Êriş hat kirin, me nezanî kî êriş kir, em hemû reviyan."

Jineke din a koçber jî behsa rewşa gundê Sefayê kir û got:

"Rewşa gundê me yê Sefayê gelekî xerab e. Ji nîvro ve êrişê dest pê kiriye û 3-4 kes birîndar bûne.

Em ji Sefayê ber bi Baqilê û ji wir jî ber bi Çil Axayê ve tên. Ciwanên me li wir man, tenê jin û zarok derketin."

Hewl didin herêman ji hev qut bikin

Nûçegihana Rûdawê amaje pê kir, niha gundê Sefayê di bin kontrola şervanan de ye û ew dixwazin wan komên ku êriş dikin paş ve bidin vekişandin.

Ji bilî Çil Axayê, îro li Hisîçayê jî komên girêdayî hikûmetê êriş kiriye.

i gorî zanyariyan, armanca Artêşa Sûriyeyê ew e ku bi rêya kontrolkirina van gundan herêmên Rojavayê Kurdistanê ji hev qut bike.

Navçeya Çil Axayê dikeve rojhilatê Qamişloyê û nêzîkî 55 kîlometreyan jê dûr e.

HSD hemu hewlan dide da ku navçe nekeve destê Artêşa Sûriyeyê, çimkî bi ketina Çil Axayê re rêya Dêrikê ya ku Qamişloyê qut dibe.

Her wiha rêya navneteweyî ya ji Deriyê Sêmalkayê ber bi Qamişloyê ve jî di Çil Axayê re derbas dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst