Mesrûr Barzanî û Mezlûm Ebdî axivîn

2 demjimêr berê
Nîşan Mesrûr Barzanî Mezlûm Ebdî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî bi rêya telefonê axivîn.

Di pêwendiyê de hewlên ji bo kêmkirina aloziyan û mijara veguhastina girtiyên DAIŞê ya nava Îraqê hatin gotûbêjkirin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku wî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêwendiyeke telefonî encam daye.

Mezlûm Ebdî diyar kir, Mesrûr Barzanî "Bal kişand ser wan hewlan ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriya me dide meşandin."

Fermandarê Giştî yê HSDyê got:

"Me spas û pêzanînên xwe yên kûr ji bo wê piştgiriya berdewam a ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêşî gelê me dike nîşan da.

Ev yek di van şert û mercên dijwar de nîşana rihê hevbeş û berpirsyariya bi kom e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst