Hewlêr (Rûdaw) - Balefirên şer yên Tirkiyê îro careke din herdu gundên Siyan û Ergirnê yên çiyayê Gare li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.
Peyamnêrê Rûdawê li Duhokê Nasir Elî ragihand ku îro Înê 26ê Sibata 2021an balefirên şer yên Tirkiyê herdu gundên Siyan û Ergirnê yên li devera Çiyayê Gare bombebaran kirin.
Nasir Elî diyar kir ku heta niha ziyanên canî û madî yên bombebaranê nehatine zanîn, lê tirs li ba xelkê navçeyê çêbûye.
Rêvebirê Nahiya Dînartê Şeba Berwarî jî ji Rûdawê re ragihand: “Îro saet derdora 13:00ê firokeyên şer ên Tirkiyê sê caran gundê Siyanû Ûerginê yên li devera Çiyayê Garê bombebaran kirin.”
Ji ber hebûna Gerîlayên PKKê li Çiyayê gare Artêşa Tirkiyê ev demeke bi dijwarî wî çiyayî bombebaran dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse