
Endama Lijneya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Fewza Yûsif / Wêne: Ji dîmenan
Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokatiya Konseya Birêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ragihand erka yekemîn a Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê ew e ku pergala Xweseriya Demokratîk biparêze.
Bi serperiştiya ENKS û PYNKyê bi beşdariya 400 delegeyan Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişloyê tê lidarxistin.
Gelek partî û rêxistinên Kurdan peyamên piştgiriyê ji konferansê re şandin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKyê jî ji “Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” re peyameke nivîskî şand.
Endama Lijneya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Fewza Yûsifê li Konferansa Neteweyî peyama KCKyê xwend.
Hevserokatiya KCKyê diyar kir ku konferans dê ji bo Suriye û Rojhilata navîn jî tevkariyê bipêşxistina demokrasiyê bike.
KCKyê got, “Bê guman ev şores û qezenc berhema keda Rêber Apo ye.
Gelê ku bi rêbertiya xwe ve girêdayî ye ev destkeftî ava kirin.
Em bawer in ku dê bi feraseta şoreşa azadiya jinê, civak û neteweya demokratîk, ekolojîk dê ev şoreş bê parastin û bi pêş bikeve.”
“Rêber Apo jiyana xwe ji bo gelê xwe derbas kir”
KCKyê bal kişand li ser xebatên Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û got:
“Rêber Apo, ji bo ku Kurd ji qirkirinê rizgar bibin, bibin xwedî nasname, bê navber jiyana xwe ji bo gelê xwe derbas kir û 25 sal in di zindanê de li ber xwe dide.”
#VÎDEO - Endama Lijneya Serokatiyê ya PYDyê Fewza Yûsif li Konferansa Neteweyî peyama Koma Civakên Kurdistanê (KCK) dixwîne
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 26, 2025
🎙️ Fewza Yûsif: Ev destkeftî dê bi keda we mayînde bimînin
🎙️ Fewza Yûsif: Ev şoreş û destkeft berhema keda bi salan a Rêber Apo ye#Rojava pic.twitter.com/AaStqcVYcJ
Berdewamiya peyama KCKyê wiha ye:
“Îro jî bi banga ku kiriye û inîsiyatîfa ku bi pêş xistiye re, dixwaze di vê pêvajoya dîrokî ku careke din metirsiyên mezin hene de, Kurd bibin hêzeke bibandor, ji bo wê jî banga yekîtiya netewî kir.
Gelê me jî li çar perçeyên Kurdistanê xwedî li vê bangê derket. Lewma em gelê xwe yê Rojava û tevahî rêxistinan ji ber vê helwesta wan a bi rûmet pîroz û silav dikin.
Erka yekemîn a konferansa helwesta neteweyî ew e ku pergala Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ku bi keda şehîdan û şoreşa Rojavayê Kurdistanê re hatiye avakirin û li Rojhilata Navîn bûye hêviya demokrasiyê biparêz e.
“Ev ji bo hemû Kurdan cihê rûmet û şanaziyê ye”
Ev jî ji bo hemû Kurdan cihê rûmet û şanaziyê ye ku hêz daye hemû gelên herêmê.
Em bawer in ku ev netê ji bo Suriyeyê, dê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bibe hêza mezin a bi pêşketina demokrasiyê ku em bi salan e hewl didin bi pêş bixin û xebata yekîtiya neteweyî dimeşînin.
Ji ber ku bêyî yekîtiyê parastina destkeftiyên çar parçeyên Kurdistanê ne pêkan e.
“Em konferansê gelekî girîng û wekî gaveke dîrokî dibînin”
Dema ku yekîtî nebe, hêzên dagirker vê yekê dijî Kurdan bi kar tînin. Em Konferansa Helwesta Netewî ya Rojavayê Kurdistanêji bo yekîtî û kongreya netewî gelekî girîng û wekî gaveke dîrokî dibînin.
Em bawerin ku yekîtî û helwesta dê ji vê konferansê derkeve, wê di demokratîk kirina Suriyeyê, parastina destkeftiyên Kurdan de rolek sereke bilîze û ev ked wê bigihîje serkeftinê.
Em hêvî dikin ku ev konferans bibe bingehek ku di paşerojê de hemû partiyên Kurdan di kongreyeke neteweyî de bên cem hev.
Li ser vê bingehê em careke din konferansê silav dikin, dê têkoşîn heta serkeftina mayînde bidome.
Wekî Rêber Apo jî gotiye, dem dema azadiya Kurdan e.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse