Li Cindirêsê piştî erdhejê zarok di nav otobusan de dixwînin

26-05-2023
Loloxan
Piştî erdheja 6ê Sibata îsal û ji ber herifîna piraniya dibistanan, li navçeya Cindirêsê ya Efrînê zarok di nava otobusan de dersê dixwînin.
Piştî erdheja 6ê Sibata îsal û ji ber herifîna piraniya dibistanan, li navçeya Cindirêsê ya Efrînê zarok di nava otobusan de dersê dixwînin.
Nîşan Cindirês Efrîn Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cindirêsê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê piştî erdheja 6ê Sibata 2023an, ji ber têkçûna dibistanan aliyên peywendîdar neçar bûne li nav kampan zarokên xwendekar di nav otobusan de fêrî xwendinê bikin.

Erdheja 6ê Sibata îsal li Cidirêsa Rojavayê Kurdistanê, bandoreke neyinî li hemû sektorên jiyanaê li wê navçeyê kir, yek ji wan sektora perwerdeyê ye, ku ji ber têkçûna dibistanan aliyên peywendîdar neçar bûne li nav kampan xwendekaran di nav otobusan de bidin xwendin.

Xwendekar û kesûkarên wan, ji bikaranîna otobusan wek polên xwendinê kêfxweşin, ew dibêjin çi nebe ji xwendina xwe bêpar nabin.

Berpirsê Perwerdeyê li Rêxistina Orange ku li Cindirêsê çalakiyan dike, Reid el-Ebid dibêje: “Fikra polên gerok û mamosteyê gerok piştî erdhejê derket, ku bandoreke nerênî li navendên perwerde û dibistanan li navçeyê kiriye. Ev polên gerok xizmetên perwedeyî û piştîvaniyeke deronî pêşkêşî zarokên zerardîtî ji erdhejê dikin. Ev otobus di navbera 27 kampan de digerin, di nav kampan de 10 navendên mamosteyan hene ku zêdeyî 3 hezar zarokan fêr dikin.”

Bi nerîna zarokên xwendekar û kesûkrên wan, bikaranîna otobusan wek polên xwendinê moralê wan bilind kiriye, ji ber ku hema nebe ew ji xwendina xwe bêpar nabin û ew dikarin demsala xwendinê temam bikin.

Cewahir Ebdullah, yek ji xwendekarên Cindirêsê dibêje: “Em li Cindirêsê dijiyan, ji ber erdhejê avahiya me herifî, em neçar bûn bên vê derê, dibistan jî dûrî me bûn, piştre ev otobus bo me anîn û me dest bi xwendinê kir. Ev otubus zêde baş in, em di nav wan de baş fêr dibin.”

Li gor Neteweyên Yekbûyî, ji encama erdheja 6ê Sibatê niha pêwîstiya 3 milyon û 700 hezar zarokên Sûrî bi alîkariyên mirovî heye, tenê li bakurê rojavayê Sûriyê yek milyon û 900 hezar zarokan dibistanên xwe ji dest dane, û metirsî heye zêdeyî yek milyon zarok ji xwendinê dûrbikevin.

Ew di demekê de ye ku li herêmên erdhejên yên li Sûriyê pêwîstiya 25 hezar mamosteyan jî bi alîkariya mirovî û tendirustiyê heye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst