Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Fransayê Elî Dolemerî diyar kir ku hilberîna Fransayê ya li Îraqê, Herêma Kurdistanê jî li xwe digire.
Foruma Bazirganiyê ya Îraq û Fransayê li Parîsa paytexta Fransayê tê lidarxistin.
Heyetek ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî Foruma Bazirganiyê Îraq û Fransayê bûye.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Fransayê Elî Dolemerî li ser hilberîna Fransayê ya li Îraqê û pêwendiyên Fransa û Herêma Kurdistanê ji Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê re axivî.
Elî Dolemerî amaje bi girîngiya forumê kir û got, "Peywendiyên siyasî û dîplomasiyê yên di navbera Fransa, Îraq û Herêma Kurdistanê di asteke gelekî bilind de ne lê hemû alî dixwazin biçin qonaxeke din."
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Fransayê di berdewamiyê jî de got, "Fransa dixwaze vegere nav bazara Îraqê; dixwaze ew pêwendî tenê di asta dîplomasî, siyasî û aborî de nemînin.
Belkî pêwendî li gel Îraq û Herêma Kurdistanê di warên akademîk, zanistî û rewşenbîrî de jî biçin qonaxeke din."
Wekî ku Elî Dolemerî amaje pê kiriye her hilberîneke ku ji aliyê Fransayê ve li Îraqê bê kirin dê Herêma Kurdistanê jî li xwe bigire.
“Pêwendî dê derbasî qonaxeke din bibin”
Elî Dolemerî behsa pêwendiyên Îraq û Fransayê jî kir û got:
"Di du salên borî de di navbera Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî de peymanên aboriyê bi qebareya zêdetir ji 27 milyar dolaran hatine îmzekirin ku Herêma Kurdistanê jî beşek e ji wan peymanan."
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku Fransa dixwaze Herêma Kurdistanê herêmeke bi hêz be û got, "Ji ber wê bêguman ew projeyên ku li bajarên wekî Bexda, Necef û Besrayê cîbicî dikin, projeyên wekî wan li Hewlêr û Silêmaniyê jî tên cîbicî kirin."
Elî Dolemerî behsa aloziyên astengiyên li pêş kompanyayên Fransayê jî kir û got, "Bê guman aloziyên gelekî mezin hene.
Niha Îraq û Herêma Kurdistanê di herêma sor a Wezareta Karên Derve ya Fransayê de ne, ew jî pirsgirêkeke ji bo kompanyayan ku nikarin azadane serdana Îraqê bikin."
Li gorî gotina Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nebûna bankayan li Îraqê pirsgirêkeke din e ji bo kompanyayên Fransayê.
Serokê Desteya Hilberînê Dr. Mihemed Şukrî serokatiya heyeta kompanyayên Herêma Kurdistanê ya li Fransayê dike.
Li gor gotîna Elî Dolemerî dê Dr. Mihemed Şukrî di forumê de gotarek pêşkêş bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse