Hewlêr (Rûdaw) - Til Eran û Til Hasil du ji bajarokên Kurdan in û derdora 20-22 kîlometreyan li başûrrojhilatê Helebê ne.
Li gorî amarên fermî, sala 2004an nifûsa Til Eranê 17,767 bû.
Lê bi sedema koça gelek şêniyên Helebê ya ji ber şerê navxwe yê Sûriyeyê, hejmara şêniyên wê gihiştiye 60,000 kesî.
27ê Tîrmeha 2013yan Til Eran û Til Hasil ketin ber êrişên DAIŞê û El Nusrayê.
Nêzên hikûmeta berê ya Sûriyeyê sala 2014an ew her du bajarok kontrol kirin û gelek xelkên wan girtin.
DAIŞê Cotmeha 2014an careke din êriş bire ser Til Eran û Til Hasilê û nêzîkî 40 sivîlî kuştin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 30ê Çiriya Paşîn a 2024an Til Eran û Til Hasil kontrol kirin.
HSD pişt re ji van her du bajarokan vekişiya û Til Eran û Til Hasil niha di bin kontrola hikûmeta nû ya Şamê de ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse