Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ku yek ji germtirîn bajarên Tirkiyeyê ye, termometreyan germahiya hewayê 55 pile nîşan da.
Hewaya germ bandoreke neyînî li ser jiyana rojane ya bajêr dike.
Kesên ji kelekel û germê aciz bûn û xwest ku xwe ji germê biparêzin çûn cihên hêşîn, park û li bin siya darên li Gola Masiyan.
Hin kesan şewqe da serê xwe, sîwan bi kar anîn û hinek jî ketin hewzan da ku xwe hênik bikin.
Ji ber kelekel û germa havînê kuçe û kolanên bajêr bêdeng in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse