ŞIRNEX - Xelkê gundê Xabûrê daxwaza deriyekî sînorî dike

26-07-2025
Ferdî Sak
Muxtarê Gundê Xabûrê Segvan Tayîpogullari /Wêne: Rûdaw
Muxtarê Gundê Xabûrê Segvan Tayîpogullari /Wêne: Rûdaw
Nîşan Gundê Xabûrê Şirnex Deriyê Sînorî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xelkê gundê Xabûrê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê ji berpirsên Tirkiye û Herêma Kurdistan dixwazin ku li gundê wan deriyekî sînorî bê vekirin.

Beravên Rûbarê Xabûrê yê li gundê Xabûrê ku ji bo xelkê herêmê bûne havîngeh û seyrangehên xwezayî.

Gundê Xabûrê yê li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê giringiyeke xwe ya stratejîk jî heye ku bi vekirina deriyê sînorî hem di warê geştyariyê de hem di warê bazirganiyê de bibe navendeke giring.

Welatiyê bi navê Ahmet Sak got, “Em hatine li ber vê avê seyranê dikin. Ev av ji Bêşebabê tê û diçe Zaxoyê.

Ev av gelekî xweş û em dixwazin hemû xelkê Kurdistanê bê ser vê avê. “

Rojane bi dehan welatî ji bo borandina demên xweş bi malbatî tên kêleka rûbar û we di nav avên sar de hênik dikin.

Azad zarokekî ji gundê Êkmalê yê got, “Navê min Azad e û ez 11 salî me.

Ev der gundê Xabûr e. Li cem me av nîne. Em havînan tên û li vê derê xwe li avê dixin.”

Gundê Xabûr li ser xala sifirê ya sînorê li gel Herêma Kurdistanê ye.

Ji aliyê cografî ve herî zêde nêzîkî gundê Nizorê yê qezaya Batîfayê ya Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ye.

Muxtarê gund Hecî Segvan ji berpirsên Tirkiye û Herêma Kurdistanê dixwaze ku ji bo vejandina sektora geştiyarî û aboriya herêmê deriyekî sînorî li gund bê vekirin.

Dibêje ev yek dê peywendî û çûnûhatina wan a bo kesûkarên wan ên li aliyê din ê sînor jî asantir bike.

"Em dixwazin deriyek bê vekirin"

Muxtarê Gundê Xabûrê Segvan Tayîpogullari xwestekên xwe wiha anîn zimên:

“Em dixwazin xelkê Zaxo, Dihok û heta Hewlêrê jî bên û van av û deveran û cihên geştyarî bibînin.

Ji vê derê heta gundê Nizorê 10 kîlometre ye. Çûna bi otomobîlê tenê 10 deqe ye.

Li vê derê rêyek hatiye vekirin heta Bêgova ye. 15 metreyan fireh e û pêwîstî bi rêyeke nû jî nake.

Eger niha bên dê tenê 2 konteyniran deynin, yek li wî alî û yek jî li vî alî, Kurd û Tirk dê pişkînîna xwe bikin û dê deriyek ji me re bê vekirin.

Em daxwaz dikin Serokê Herêmê birêz Barzanî dest biavêje vî karî. Em dixwazin deriyek bê vekirin û daheteke vî miletî jî ji wî deriyî çêbibe.

Niha ji bo çûna Herêma Kurdistanê em 250 kîlometreyî rê diçin heta Silopiyayê yan jî 100 kîlometreyan diçin Serzêrê.”

Berpirsên siyasî yên Şirnexê heta niha çend caran ji gundiyan re soza vekirina deriyê sînorî daye û mijar gihandine ber destê beşek ji berpirsên hikûmetê jî.

Lê heta niha ti asoyek ji bo vekirina deriyekî sînorî li gundê Xabûr xuya nake.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst