Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de kesek mir. Li navçeyên Sêrt û Rihayê jî di du qezayên cuda de bi giştî 5 kes birîndar bûn.
Kamyoneta bi plaqeya 35 EAU 12 a ku Zekî T. yê 52 salî diajot, li ser rêya Erzingan-Sêwazê, li nêzîkî gundê Salurê ji kontrolê derket û û wergeriya.
Li ser agahdarkirinê, polîs û tîmên tenduristî û agirvemirandinê çûn cihê bûyerê. Hat diyarkirin ku Zekî T. li cihê bûyerê miriye û termê wî rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Refahiyeyê.
Li Sêrtê vînc wergeriya
Li ser rêya Sêrt-Misircê jî vînceke bi plaqeya 72 ACE 072 ji kontrolê derket û wergeriya.
Li ser agahdarkirinê, cendirme û tîmên tenduristî û agirvemirandênê çûn cihê bûyerê. Şoferê ku di nav wesayîtê de asê mabû, ji aliyê tîmên agirvemirandinê ve hat rizgarkirin.
Şofêrê birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Misircê.
Li Rihayê 2 otomobîl li hev qelibin
Li Taxa Akpiyarê ya Rihayê jî du otomobîlên bi plaqeyên 08 AF 425 û 34 EC 3707 li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirina welatiyan, polîs, tîmên tenduristî û agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.
Di qezayê de 4 kes birîndar bûn û birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse