Tohmetbarê kuştina Ekber Hacî Rustem hat girtin û li xwe mikur hat

26-09-2025
RÛDAW
Wêneyên kujer û Ekber Hacî Rustem
Wêneyên kujer û Ekber Hacî Rustem
Nîşan Ekber Hacî Rustem Kifrî Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê îro hûrgiliyên desteserkirina tohmetbarê sereke yê kuştina Ekber Hacî Rustem belav kirin.

Kujer bi hevahengiya li gel Dezgeha Asayîşa Niştimanî ya Îraqê li Bexdayê hatibû girtin.

Dezgeha Asayîşê ragihand ku piştî kuştina Ekber Hacî Rustem a li gundê Omerbilê yê Kifriyê, yekser lêkolîn û şopandineke hûr dest pê kiriye.

Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê da zanîn:

"Kujer çûye baxê Ekber Hacî Rustem û li wir li benda wî maye.

Piştî ku Ekber Hacî Rustem gihiştiye, tohmetbar ew bi guleyeke demançeyê kuştiye û piştre otomobîl û telefona wî diziye û ber bi Bexdayê ve reviyaye û xwe li navçeya Doreyê veşartiye."

Tohmetbarê ku navê wî Ebdulezîz Casim Mehmûd e, 22 salî ye û Ereb e 23yê Îlonê hat desteserkirin.

Dezgeha Asayîşê piştrast kir ku tohmetbar piştî ku radestî Herêma Kurdistanê hatiye kirin, li sûcê xwe mikur hatiye.

Niha tohmetbar bi biryara dadger û li gorî madeya 406an a Yasaya Cezayê ya Îraqê hatiye girtin û lêkolîna li ser dosyeyê berdewam e.

Li aliyê din, li gorî agahiyên nefermî, du kesên din jî ku berê bi Ekber Hacî Rustem re xebitîne û pirsgirêk di navbera wan de hebûye hatine desteserkirin.

Her wiha ev bûyer bûye sedema rêze bûyerên din, wekî kuştina du welatiyên Ereb li Kifriyê û derxistina fermana girtinê ji bo birayekî Ekber Hacî Rustem a bi wê sedemê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst