Li Rihayê mînîbusa karkeran wergeriya, 19 kes birîndar bûn

26-09-2025
Nîşan Riha Qeza Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rihaya Bakurê Kurdistanê mînîbuseke ku karkerên çandiniyê vediguhastin wergeriya û 19 kes birîndar bûn.

Mînîbusa bi plakaya 64 ADH 681 a ku Îsmaîl A. diajot, li ser rêya Riha-Hewagê ji kontrola ajokarê xwe derket û wergeriya.

Li ser agahdarkirina kesên li derdorê gelek ambulans, polîs û tîmên agirvemirandinê sewqî herêmê hatin kirin.

Tîmên tenduristiyê 19 kesên ku di qezayê de birîndar bûbûn rakirin nexweşxaneyên cuda yên li Rihayê.

Hat zanîn ku di mînîbusê de karkerên çandiniyê hebûn û ew piştî xebata li zeviyên Semsûrê vedigeriyan Rihayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst