Balyozê Almanyayê: Piştevaniya me bo Herêma Kurdistanê berdewam dibe

26-10-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê nû yê Almanya li Iraqê Martin Jaeger civiyan û di wê hevdîtinê de Martin Jaege ragihand ku welatî wî li piştevanîkirina Herêma Kurdistanê de berdewam dibe.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşemê 26ê Cotmeha 2021ê li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Almanya yê li Iraqê Martin Jaeger kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de di civînê de hilbijartinên Iraqê, encamên wê û dîtin û pêşbîniyên ji bo paşeroja proseya siyasiya li welat, pêşxistina peywendiyên Almanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û rewşa Iraqê bi giştî hat nirxandin.

Balyozê Almanya tekez kir ku piştî hilbijartin û bi hatina ser karê hikûmeteke nû li Berlîn, heman siyaset û miameleya Almanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê wekî xwe berdewam dibe û welatê wan li piştgîriya Iraq û Herêma Kurdistanê, her wiha wekî endameke Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê berdewam dibe.

Martin Jaeger bal kişand li ser wê yekê jî ku ji nêzîk ve li gel Wezareta Pêşmerge ji bo çaksazî û yekxistina Pêşmerge kar dikin û rola Serokê Herêma Kurdistanê ya li vê derbarî de bi girîng da zanîn.

Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî ji bilî pîrozbahiya destbikarbûnê û hêviya serkeftinê ji bo Balyozê Almanya xwest, spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo Almanya derbirî û tekez kir ku hevkarî û piştgîriya serbazî, mirovî û siyasiya Almanya ji bo Herêma Kurdistanê ti demekê nayê jibîrkirin.

Barzanî herwiha berdewamiya piştgîriya Almanya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê weke cihê xweşhalî û bi girîngî da zanîn.

Herwiha pêşhatên Efxanîstanê, rewşa navçeyê bi giştî û çend pirseke din ên girîng û hevbeş, mijarên din ên civînê bûn ku Konsolê Giştî yê Almanya jî tê de amade bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst