Serokwezîrê Kurdistanê û Balyozê Almanyayê hevkarîkirina Pêşmerge gotûbêj kirin

26-10-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Kurdistanê û Balyozê nû yê Almanya li Iraqê Martin Jaeger civiyan û di hevdîtinê de berdewambûna hevkarîkirina Pêşmerge hat gotûbêjkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 26ê Cotmehê pêşwazî li Balyozê Almanya yê nû li Iraqê Martin Jager kir.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriya Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de guftûgo derbarê hilbijartinên vê dawiyê yên Iraqê û Almanya, çaksaziyên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna Balyozê Almanya yê nû li Iraqê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de xwast ji bo pêşvebirina pêwendiyên Almanya bi Iraq û Herêma Kurdistanê re.

Balyozê Almanya spasiya hevahengî û hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û daxwaza welatê xwe ya pêşxistina pêwendiyên di hemû waran de bi Herêma Kurdistanê re nîşan da.

Di hevdîtinê de, herwiha guftûgo derbarê hilbijartinên vê dawiyê yên Iraqê û Almanya, çaksaziyên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û girîngî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Almanya yê nû li Iraqê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst