Artêşa Tirkiyeyê gule li malên xelkê reşandin: 4 birîndar

26-11-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê, 4 welatî bi guleyên artêşa Tirkiyeyê birîndar bûn.

Çavkaniyekê ji Dirbêsiyê ji Rûdawê re ragihand ku leşkerên artêşa Tirkiyeyê gule li malên çend welatiyên li taxa Xerbiyê ya Dirbêsiyê reşandin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku di encama gulereşandina hêzên Tirkiyeyê de 4 welatî birîndar bûn.

Bi gotina wê çavkaniyê birîndar ji bo dermankirinê birine nexweşxaneyê.

Hat zanîn ku ji birîndaran yek zarokeke 9 salî ye û yek jî jin e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst