Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê AK Partiyê Kayhan Turkmenoglu ragihand ku amadehî ji bo vekirina Konsulxaneya Îranê ya li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê didomin û dê demeke nêzîk were vekirin.
Serokê Koma Dostaniya Parlamentoya Tirkiye-Îranê Kayhan Turkmenoglu beşdarî civîna hevkariya teknolojîk a parêzgehên Urmiye û Wanê bû ku li Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê hat lidarxistin.
Turkmenoglu di civînê de axivî û diyar kir ku ji bo vekirina Konsulxaneya Îranê ya li Wanê gavên pêwîst hatine avêtin.
"Konsulxane dê demeke nêzîk were vekirin"
Kayhan Turkmenoglu got, "Konsulxaneya nû dê demeke nêzîk de were vekirin."
Turkmenoglu her wiha xebera vekirina deriyekî nû yê sînorî jî da.
Wî da zanîn ku amadehî ji bo vekirina Deriyê Sînorî yê Xanesorê bi dawî bûne û tê payîn ku sala bê bikeve xizmetê.
Armanc 30 milyar dolar e
Li gorî Turkmenoglu, ev pêngav bi armanca bihêzkirina hevkariya navbera Îran û Tirkiyeyê tên avêtin.
Turkmenoglu diyar kir ku qebareya bazirganiya di navbera her du welatan de niha nêzîkî 8 milyar dolaran e lê armanca wan ew e ku ev rêje bigihîje 30 milyar dolarî.
Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê Urmiyeyê jî di civînê de amade bû û wî diyar kir ku li deriyên sînorî yên di navbera her du welatan de ti pirsgirêkên mezin nînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse