Pênciwênî qala hevdîtina bi Ocalan re kir: ‘Her kes razî ye’

26-11-2025
RÛDAW
Mihemed Emîn Pênciwênî bû mêvanê Rûdawê
Mihemed Emîn Pênciwênî bû mêvanê Rûdawê
Nîşan Mihemed Emîn Pênciwênî Abdullah Ocalan Hevdîtin Komîsyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mihemed Emîn Pênciwênî eşkere kir ku hevdîtina şandeya Komîsyonê ya bi Abdullah Ocalan re 3 demjimêran domiyaye û got, "Hevdîtin gelekî erênî bû."

Siyasetmedar Mihemed Emîn Pênciwênî bû mêvanê bultena 12:00an a Rûdawê û pirsên Senger Ebdulrehman ên li ser hevdîtina Komîsyonê ya bi Abdullah Ocalan re bersivandin.

Mihemed Emîn Pênciwênî li gorî zanyariyên ku bi dest xistine ragihand, serdana Komîsyonê ya Îmraliyê "3 demjimêran" domiyaye û got:

"Civîn gelekî baş û erênî bûye, hemû alî jê razî ne; çi dewleta Tirkiyeyê, çi ew şandeya ku çûye Îmraliyê û çi jî Birêz Ocalan bi giştî jê razî ne."

Mihemed Emîn Pênciwênî derbarê naveroka peyama Ocalan tekez kir ku wî xwestiye ew mijarên ku behs kirine, Komîsyon bibe Parlamentoya Tirkiyeyê û gotûbêjan li ser bikin da ku biryara yasayî ji bo were standin û anî ziman:

"Ew tiştên ku hatine gotin û komîsyonê dane hev, divê hemû li parlamentoyê bên nîqaşkirin û parlamento biryara yasayî li ser bide.

Çimkî tiştê dewletê heta niha kiriye tenê gotin e, gava yekem a pratîkî rêdayîna wê şandeya Komîsyonê bûye ku biçe Îmraliyê."

Pênciwênî da zanîn ku eger Tirkiye çareseriya Pirsgirêka Kurdan û demokrasiyê û daxwazên PKKyê bi yasayê li parlamentoyê nede rûniştandin, pêvako bi ser nakeve lê "eger bibe yasa, wê demê hincet namînin ji bo dirêjkirina şer".

Helwesta PKKyê

Mihemed Emîn Pênciwênî derbarê rewşa niha ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) eşkere kir ku PKKyê li gorî biryara kongreya xwe ya 12an biryar daye "heta ku êrişî wê neyê kirin li hemberî dewleta Tirk şer neke, wate di rewşa parastinê de ye ne êrişkirinê".

Pênciwênî her wiha anî ziman:

"Eger Pirsgirêka Kurdan bi yasayê were çareserkirin û hebûna neteweya Kurd di destûra nû ya Tirkiyeyê de cih bigire, ti hincetên PKKyê yên bikaranîna çekan namînin."

Pênciwênî amaje bi wê yekê kir, dewleta Tirkiyeyê li pêşberî coterêyekê ye; “yan divê mafên Kurdan qebûl bike û dest bi pêvajoya yasayî bike û dawî li xwînrijandinê bîne, yan jî eger tenê wekî taktîk bi kar bîne, dê rewş wekî xwe bimîne û pirsgirêk kûrtir bibin”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst