Komîsyon îro diçe Îmraliyê

24-11-2025
Nîşan Komîsyon Abdullah Ocalan Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin, îro ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re diçin Îmraliyê.

Di şandeya Komîsyonê de Serokwekîla Koma Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, li ser navê MHPyê Alîkarê Serokê Giştî yê partiyê Fetî Yildiz û ji AK Partiyê jî Huseyîn Yayman cih digirin.

Li gorî rojnameya Tirkiyeyê, Komîsyon dê di nava çend demjimêran de bi helîkopterê here Îmraliyê.

Protokol dê 10 salan veşartî bimînin

Di hevdîtinê de şandeya Komîsyonê dê guhdariya Abdullah Ocalan bike.

Protokolên hevdîtinê dê 10 salan veşartî bimînin.

Tê çaverêkirin ku di hevdîtinê de Ocalan nêrînên xwe yên li ser sedemên derketina PKKyê, tifaqa Tirk û Kurdan, hewldanên aştiyê, pêşniyarên çareseriyê û pêvajoya çêkirina yasayan bîne zimên.

Komîsyonê nîqaşa demdirêj a çûna Îmraliyê di civîna xwe ya 18an de bi dawî kiribû û di dengdana ku 21ê Çiriya Paşîn hatibû kirin de bi piraniya dangan biryara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hatibû dayîn.

Di dengdanê de DEM Partî, AK Partî, MHP, EMEP û TÎPê ji bo hevdîtina Komîsyonê ya bi Abdullah Ocalan re dengê "erê" dabû.

Partiya Gel a Komarî (CHP) endam neda şandeya ku dê biçe Îmraliyê, civîn terikand û beşdarî dengdanê nebû.

Piştî CHPyê Koma Rêya Nû jî destnîşan kir ku ew jî endaman nade şandeya ku here Îmraliyê.

Dibê ku di nava vê hefteyê de here

Divê were gotin ku ev hevdîtin ji aliyên saziyên fermî ve nehatiye piştrastkirin û hinek alî dibêjin ev hevdîtin dê di nava vê hefteyê de be lê hîn roja wê ji sedî 100 ne diyar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst