Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Şandeya Dan û Standinê ya Rêveberiya Xweser Yasir Silêman diyar kir ku muzakereyên wan ên bi Şamê re ji çarçoveya teorîk derketine û gavên pratîkî hatine avêtin.
Berdevkê Şandeya Muzakereyê ya Rêveberiya Xweser Yasir Silêman beşdarî bultena nûçeyan a Rûdawê bû û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.
Silêman eşkere kir ku li Sûriyeyê tenê yek artêş dê hebe û deriyên sînorî dê bi awayekî hevbeş werin birêvebirin.
"Yek artêş bi pêkhateyên curbicur"
Li ser pirsa çarenivîsa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û tevlîkirina wê ya li nav artêşa Sûriyeyê, Silêman got, "Mijara artêşê girêdayî yekparçeyiya Sûriyeyê ye.
Li Sûriyeyê du artêş nabin, tenê yek artêş dê hebe lê bi pêkhateyên curbicur."
Silêman diyar kir ku hûrgiliyên vê pêvajoyê ji bo komîteyên leşkerî yên pispor hatine hiştin û got,"Hemû tiştên ku diqewimin di çarçoveya yek artêş û yek saziya leşkerî de ne."
Petrol û deriyên sînorî
Berdevkê şandeyê derbarê çavkaniyên xwezayî de diyar kir ku têgihîştinek heye da ku çavkaniyên binerd û berhemên petrolê bikevin xizmeta hemû Sûriyeyiyan.
Li ser deriyên sînorî yên bi Tirkiye û Îraqê re jî Silêman got,“Biryar hatiye dayîn ku rêveberiya van deriyan hevbeş be.
Em dê guherînan di şêwaza birêvebirin û binesaziyê de bikin, bi awayekî ku bi sîstema dewletê re bigunce û mafê karmendên niha jî parastî be."
Sîstema nenavendî
Yasir Silêman da zanîn ku nêzîkbûnek li ser pejirandina sîstema nenavendî û bipêşxistina rêveberiya xwecihî heye û got, "Em bixwazin nexwazin ber bi cureyekî nenavendîbûnê ve diçin.
Em dixwazin xelkê parêzgehan bi xwe parêzgar û serokşaredarên xwe hilbijêrin."
Silêman her wiha eşkere kir ku Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ji artêşa Amerîkayê xwestiye ku çavdêriya pêvajoya yekkirina hêzan bike.
Hevpeyvîna bi Yasir Silêman re wisa ye:
Rûdaw: Hikûmeta Sûriyeyê dibêje dan û standin tenê teorîk in û tiştekî pratîkî nîne. Gelo ti gaveke pratîkî nehatiye avêtin? Muzakere gihiştine ku derê?
Yasir Silêman: Qonaxa yekem pêkanîna tîmeke muzakereyê ya fermî ji aliyê me ve bû. Em bi cidî kar li ser dikin û ji bo serkeftina wê dixebitin. Me gavên pratîkî jî avêtine ber bi îmzekirina rêkeftina dawî ji bo destpêkirina pêkanînê. General Mezlûm Ebdî jî doh li "Korbenda Tebqayê" amaje bi vê yekê kir û got pêşketin di dosyaya leşkerî û ewlehiyê de heye. Her wiha amaje bi wê yekê kir ku têgihîştin bi aliyê Tirkiyeyê re jî heye, yanî kanal vekirî ne û bi temamî nehatine girtin.
Wî her wiha behsa mijareke girîng kir ku pêwendiya wê bi hemû Sûriyeyiyan re heye, ew jî çavkaniyên xwezayî ne –ku muzakere li ser tê kirin– çavkaniyên binerd û berhemên petrolê, da ku bi rêya saziyên fermî bikevin xizmeta hemû Sûriyeyiyan. Amaje bi wê yekê jî kir ku divê saziyên serwerî yên dewleta Sûriyeyê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê dest bi kar bikin, wekî mînak tomarkirina xaniyan (tapû) û nifûsê. Her wiha behsa pêwîstiya vekirina deriyan bi aliyê Îraq û Tirkiyeyê re kir.
Wî tekez kir ku mijara artêşê mijarek e ku pêwendiya wê bi yekparçeyiya Sûriyeyê re heye û du artêş li Sûriyeyê nabin, tenê yek artêş dê hebe bi pêkhateyên curbicur. Eger hûn bixwazin li ser cewhera pêkhateyên leşkerî bipirsin, em vê ji bo komîteyên pispor ên her du aliyan dihêlin. Em hewl didin nêzîkbûnê çêbikin û piştgiriya pêvajoya muzakereyan dikin. Em dixwazin muzakere serkeftî bin da ku Sûriyeyî karibin dest bi avakirina welatê xwe bikin ku ji ber şerê navxweyî wêran bûye.
Rûdaw: Şam û HSD heta çi astê li ser yekkirina HSDyê bi artêşa Sûriyeyê nêzîk hevdû bûne? Gelo ev pêkhateya ku niha HSDyê heye wekî xwe dimîne?
Yasir Silêman: Wekî min berê jî got, em vê mijarê ji bo komîteyên leşkerî dihêlin. General Mezlûm Ebdî diyar kir ku hevdîtin qut nebûne û dê di rojên pêş de ji bo temamkirina rêkeftinê berdewam bikin. Hemû tiştên ku diqewimin di çarçoveya yek artêş û yek saziya leşkerî de ne bi pêkhateyên curbicur ku leşkerî dizanin û leşkerî serpereştiyê dikin. Em sivîl mafê me nîne ku em li ser vê mijarê biaxivin. Em di çarçoveya giştî de diaxivin. Te got torên civakî yên nêzîkî hikûmeta Sûriyeyê gotegot belav kirine, ez dibêjim me rêkeftin kiriye û me bi Birêz Ehmed Şer Serokê Sûriyeyê re îmze kiriye û ew garantor e ji bo serkeftina rêkeftinê ji aliyê hikûmeta Şamê ve. Belê, medya heye ku zextê dike, aliyên navxweyî û derve hene ku hewl didin rêkeftin pêk neyê lê em li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi hemû rastgoyiyê rijd in li ser serkeftina vê rêkeftinê.
Rûdaw: Şandeya we kengî diçe Şamê?
Yasir Silêman: Birêz Mezlûm Ebdî diyar kir ku dê di rojên nêzîk de hevdîtin hebin. Carinan dibe ku komîteyên pispor biçin, wekî mînak ji aliyê leşkerî, îdarî û ewlehiyê ve. Carinan jî eger pêwîst bike tevahiya şandeya muzakereyê diçe. Demeke diyarkirî nîne, yanî ez nikarim îro ji bo te diyar bikim lê ev bi hevahengiya navbera her du aliyan û bi serpereştiya Amerîkayê tê kirin. Her wiha geşbîniyek heye ku aliyên herêmî û welatên Ereb rijd bin li ser serkeftina rêkeftinê û bi erênî destwerdan kirine ji bo pêkanîna vê rêkeftina îmzekirî.
Rûdaw: Di warê deriyên sînorî û çavkaniyên xwezayî de, çi pêşketin di diyaloga navbera we û Şamê de çêbûye?
Yasir Silêman: Wekî min amaje pê kir, pêşketin di vê de heye û diyalogan encamên erênî bi dest xistine. Em dê di rojên pêş de û di demeke nêzîk de bi izna Xwedê encamên wan bibînin. Encam dê derkevin, encam veşartî namînin. Carinan pêvajoya muzakereyê pêwîstî bi hinek veşartinê heye ji bo pêkanîna kar, ji bo temamkirina mijarên teknîkî, paşê tên pêşkêşkirin yan eşkerekirin û ji bo hemû Sûriyeyiyan û cîhanê jî tên ragihandin.
Rûdaw: Gelo deriyên sînorî di navbera we û hikûmeta Sûriyeyê de bi awayekî hevbeş tên birêvebirin?
Yasir Silêman: Biryar e birêvebirina van deriyan bi awayekî hevbeş be. Her wiha em kar li ser amadekirina binesaziyê û guherandina wê dikin, yanî em hinek guherînan di şêwaza birêvebirinê de dikin bi awayekî ku bi dewleta Sûriyeyê re bigunce û serweriya wê misoger bike, li gel parastina taybetmendiya îdarî ya saziyan li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê û ji bo misogerkirina mafê karmend û fermanber û serpereştiyarên van saziyan lê di çarçoveya pêkhate û peykara saziyên dewleta Sûriyeyê de.
Rûdaw: Hûn daxwaza nenavendîbûnê dikin û hikûmeta Sûriyeyê jî behsa sîstema navendî dike. Di vî warî de nêrînên we nêzîkî hev nebûne?
Yasir Silêman: Belê, nêzîkbûn di navbera me û wan de di vî warî de heye. Dikare sîstema nenavendî hebe, bipêşxistina rêveberiya xwecihî, wekî ku Birêz Mezlûm Ebdî amaje pê kir ku zarokên herêmê bi xwe herêmên xwe li hemû parêzgehan bi rê ve bibin. Ev tê wateya ku em bixwazin nexwazin ber bi cureyekî nenavendîbûnê ve diçin. Niha dema ku Parêzgarê Dêrezorê ji zarokên Dêrezorê be, ev cureyek e ji cureyên nenavendîbûnê wekî ku niha heye lê carinan nakokî li ser wê yekê dibe ku gelo ji Şamê bê diyarkirin yan ji aliyê xelkê parêzgehê ve bê hilbijartin? Carinan em hewl didin nêzîkbûnê çêbikin da ku bigihîjin nêrîneke hevbeş. Yanî niha Parêzgarê Dêrezorê xelkê Dêrezorê ye. Kesê ku niha kar dike xelkê Dêrezorê ye, lewra ev cureyek e ji cureyên nenavendîbûnê, em bixwazin nexwazin.
Lê peyva nenavendîbûn hestiyariyê li cem hinek aliyan li Sûriyeyê çêdike, ji ber vê em têgehên birêvebiriya xwecihî, nenavendîbûna îdarî, berfirehkirina şêwaza rêvebiriya xwecihî bi kar tînin. Yasa 107 a wan heye ku pêşkêş kirine û dikare kar li ser bê kirin, dikare karkirina pê were pêşxistin, dikare ew tişt lê werin zêdekirin ku bikin yasayeke nerm û guncav ji bo Sûriyeyiyan. Hinek pirsgirêk hene dikarin werin çareserkirin û ev astengî werin derbaskirin bi rûniştina li ser maseya diyalogê, yanî bi hevbeşî di biryarê de. Ev kar di siya hebûna xwesteka rastgo ji bo bidawîanîna dosyayên hilawîstî û derbaskirina astengiyan di navbera Sûriyeyiyan de tên çareserkirin.
Rûdaw: Ew nakokî çi ne ku di vê dosyeyê de hene?
Yasir Silêman: Tiştê ku me kom dike gelekî mezintir û zêdetir e ji tiştê ku me ji hev cuda dike. Bê guman cudahî heye di şêwaza îdarekirinê de, di pêkhateyê de, yanî hikûmeta nû şêwazeke navendî ya hişk wergirtiye, yanî ne nerm e. Em hewl didin hukmranî nermtir be, em bazneya hukmranî ya xwecihî berfireh bikin, îdarekirina herêman ji aliyê xelkê parêzgehan bi xwe ve be, nabe mijar li ser bê sepandin, nabe bê diyarkirin. Xelkê parêzgehan bi xwe divê parêzgarên xwe hilbijêrin, bi xwe serokşaredaran hilbijêrin. Bi vî awayî. Dahat ji bo hemû Sûriyeyiyan in û divê rêjeyek ji dahatan bê terxankirin, wekî mînak, ji bo wan parêzgehan ku çavkaniya wan dahatan in ji bo pêşxistina wan, ji bo çareserkirina metirsiyên qirêjbûnê, wekî berhemên petrolê û bi wî awayî. Yanî em bi hemû hêza xwe hewl didin ji bo dîtina xala têgihîştinê û derbaskirina astengiyan. Ez nikarim, wekî mînak, nakokiyan yan tiştên wisa ji te re bijmêrim, pispor van analîz dikin û xal bi xal datînin û çareseriya guncav jê re datînin. Eger ev mijar rastî astengiyê hat, ji bo her du komîteyên muzakereyê yên sereke tê şandin, eger hinek mijarên hilawîstî hebin ji bo Birêz Ehmed Şer Serokê Sûriyeyê û Birêz Mezlûm Ebdî Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk tê şandin ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan û serkeftina rêkeftinê.
Rûdaw: Eger hûn bi Yasa 107 an nenavendîbûna îdarî razî bibin, gelo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî xwe dimîne yan ew jî diguhere bo çend birêvebiriyên din?
Yasir Silêman: Wekî ku doh Birêz Mezlûm Ebdî behs kir, guherîn di şêwaza rêveberiyê de tê kirin, ji bo ku bi sazî û cewhera dewleta Sûriyeyê re bigunce. Bê guman sîstema nenavendî hatiye pêşniyarkirin bi awayekî ku li gorî rêkeftina navbera her du aliyan be. Ev Yasa 107 pêwîstî bi pêşxistinê heye, pêwîstî bi kûrkirinê heye, pêwîstî bi guherandina hinek hûrgiliyên wê heye. Em hewl didin guherîn di şêwaza birêvebiriyê de bê kirin ji bo ku bi cewhera dewleta Sûriyeyê re bigunce, bi awayekî ku mafê pêkhateyan biparêze, bêyî ku ti aliyekî paşguh bike.
Rûdaw: Hûn rola Amerîkayê wekî navbeynkar di navbera we û Şamê de çawa dibînin? Amerîka çawa zextê ji bo pêkanîna rêkeftina 10ê Adarê dike?
Yasir Silêman: Bê guman Birêz Serok Ehmed Şer Serokê Sûriyeyê bi eşkere daxwaz kir û top avêt qada Amerîkiyan, daxwaz ji artêşa Amerîkayê kir ku serpereştiya proseyê yekkirinê bike, ev jî tê wateya pêşhateke erênî. Me ji destpêkê ve daxwaza hebûna aliyê garantor kiriye. Hêzên garantor dikarin zextê li her du aliyan bikin ji bo serkeftina rêkeftinê. Aliyê Erebî û herêmî jî destwerdan kirine, destwerdaneke erênî ji bo misogerkirina serkeftina vê rêkeftina niştimanî di navbera her du aliyan de. Em hêvîdar in ku Dewletên Yekbûyî rola xwe bilîze ji bo serkeftina vê rêkeftinê bi hebûna garantî ji bo mafên her du aliyan.
Rûdaw: Peyama te ji bo xelkê bakur û rojhilatê Sûriyeyê çi ye? Gelo hûn sozê didin ku ev muzakere dê encamên erênî bidin?
Yasir Silêman: Em hêvîdar in di rojên nêzîk de mizgîniya serkeftina vê rêkeftinê bigihîje me, ev tiştê ku ez li bendê me û em gelekî geşbîn in û gelekî bi kelecan in ji bo serkeftina vê rêkeftinê. Em daxwaz ji Sûriyeyiyan jî dikin ku asta hişyariya wan hebe, bi baldarî tevbigerin, em pişta xwe bi niştimanperweriya wan girê didin di wê yekê de ku rê nedin ruhê nakokiyê zal bibe bi ser ruhê diyalog û aştiya navxweyî de. Her wiha îro em sersaxiyê ji malbatên wan şehîdan re dixwazin ku di teqîna mizgefta "Wadî Zeheb" de canê xwe ji dest da, sersaxiyê li wan û li xwe û li hemû Sûriyeyiyan dikin, em hêvîdar in Sûriye bibe çavkaniya aştiya navxweyî û lêborîn û avakirin û pêşxistinê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse