Hewlêr (Rûdaw) - Li Parlamentoya Îsraîlê (Knesset), "Lobiyeke Kurdan" ya fermî hat avakirin ku rewşa Kurdan a li Sûriyeyê û helwesta Îsraîlê ya di vê pêvajoyê de gotûbêj dike.
Pêşniyara "rojeva lezgîn" a Parlamenterê Partiya Likudê Amit Halevî di dengdana lijneya giştî ya parlamentoyê de bi piraniya deng hat qebûlkirin.
Pêşniyara bi sernavê "Komkujî û Paqijiya Nijadî ya li Dijî Civaka Kurd a li Sûriyeyê" ku ji aliyê Parlamenterê Partiya Likudê Amit Halevî ve hatibû amadekirin, kete rojeva Knessetê.
Di pêşniyarê de hat tekezkirin ku li Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî li bajarê Helebê û derdora wê li dijî nifûsa Kurd "êrişeke sîstematîk" û "pêla koçberiya bi darê zorê" heye û "dilgiraniyên kûr" hatin ziman ku rewş gihîştiye asta "komkujiyê"
Çalakiyên Lobiya Kurdan
Ev gav piştî civîneke girtî ya bi serokatiya Serokê Komîsyona Karên Derve û Ewlehiyê ya Knessetê Boaz Bismuth hat avêtin.
Di encama hevdîtinên di navbera Serokê Civaka Kurd a li Îsraîlê Yehuda Ben Yosef û endamên komîsyonê de, biryar hat dayîn ku li parlamentoyê "lobiyeke fermî ya ku mafên Kurdan biparêze" bê avakirin.
Di sedema pêşniyarê de hat diyarkirin ku civaka Kurd bi dehan salan e li herêmê aktorekî îstiqrarê û nerm e.
Di belgeyê de ev îfade cih girtin:
"Di navbera civaka Kurd û Dewleta Îsraîlê de pêwendiyeke dîrokî, exlaqî û stratejîk heye.
Cihgirtina komên Sunî yên radîkal li şûna eksena Îranê ya li herêmê, gefên li ser Îsraîlê kêm nake, tenê rengê alayan diguherîne.
Ji ber vê yekê, parastina hebûna Kurdan a xweser ji bo aramiya herêmî û rêgirtina li hêzên dijmin xwedî girîngiyeke jiyanî ye."
Armanca sereke ya hevdîtinan wekî "sazîbûna piştgiriya Îsraîlê ya ji bo Kurdan li ser zemîna parlamentoyê" hat diyarkirin ku tê gotin li Rojavayê Kurdistanê di bin êrişa komên cîhadî de ne.
Her wiha hat diyarkirin ku welatên Rojavayî û civaka navneteweyî li hemberî bipêşketinên li herêmê bêdeng mane û daxwaz hat kirin ku "Îsraîl gavên dîplomatîk û mirovî bavêje."
Pêvajoya yasayî
Pêşniyara ku di dengdana Lijneya Giştî ya Knessetê de piştgiriya piraniyê wergirt, qonaxa yekem derbas kir.
Ji bo ku ev biryar bi tevahî bikeve meriyetê û bibe siyaseteke dewletê, divê di pêvajoya pêş de du dengdanên din li parlamentoyê bên kirin.
Earthquake
— Yehuda Ben Yosef (@yby4040) January 27, 2026
A motion for the agenda submitted by MK Amit Halevi:
The massacre against our Kurdish friends in Rojava, Syria.
All this follows a closed session of the Knesset Foreign Affairs and Defense Committee, chaired by the Committee Chairman, MK Boaz Bismuth,
and a meeting… pic.twitter.com/WHqaYlAXuM
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse