Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi mebesta berengarbûna vîrusa Koronayê biryar da deriyê sînorî yê Sêmalka girtin.
Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Rojayê Kurdistanê hatiye belavkirin, deriyê sînorî yê Sêmalka ji roja 3ê Adarê ve heta demeke nediyar tê girtin.
Di daxuyaniyê de hatiye tekezkirin ku ev biryar bi mebesta berengarbûna vîrusa Koronayê hatiye girtin û hatiye gotin ku heta ew vîrus tê kontrolkirin, biryara girtina deriyê sînorî derbasdar e.
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser jî berî niha ji bo rêlibergirtina vîrusa Koronayê hejmareke biryaran girtibûn û tedbîr tundtir kiribûn.
Heta niha çi haletên tûşbûna bi vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê nehatine tomarkirin.
Herwiha li Rojavayê Kurdistanê jî heta niha ti haleteke tûşbûna bi vîrusa Koronayê nehatiye tomarkirin.
Li Iraqê heta niha 6 bi vîrusa Koronayê ketine, lêbelê li parêzgehên Herêma Kurdistanê heta niha ti haleteke tûşbûna bi vîrusa Koronayê nehatiye tomarkirin. Herwiha tedbîrên pêwîstî jî ji bo berengarbûna vîrusa Koronayê ji aliyê berpirsan ve hatine girtin.
Ji ber vîrusa Koronayê ku bi navê zanistî Kovîd-19 tê zanîn û yekem car li Çînê serî hilda, li seranserê cîhanê 2 hezar û 810 kesan canê xwe ji dest ane û 82 hezar û 549 kes jî bi vîrusê ketine.
Hevdem 33 hezar û 252 kes jî, çareseriya pizîşkî bo hatiye kirin. Piraniya qurbaniyên vîrusa Koronayê ji Çînê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse