Hewlêr (Rûdaw) – Îro otomobîlek li nêzîkî bajarokê Xanesorê li sînorê qezaya Şingalê hat armanckirin û li gor zanyariyên destpêkê, di êrîşê de du şervanên Yekîneyên Berxwedana Şingalê YBŞ jiyana xwe ji dest dane.
Li gor agahiyan, êrîş li gundê Behravan ê di navbera Xanesor û Sinûnê de li qezaya Şingalê çêbûye û otomobîleke YBŞê hatiye armanckirin.
Berpirsekî pilebilind ê emnî yê Şingalê ji Rûdawê re ragihand, êrîş ji aliyê Tirkiyê û bi dronê hatiye kirin û di êrîşê de du şervanên YBŞê canên xwe ji dest dane.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê Rûdawê ji wî berpirsê pilebilind ê ewlehiyê yê Şingalê wergirtine, navê yek ji wan kesan “Seid Şingalî” bi nasnavê “Pîr Çeko” ye û yê din navê “Xeyrî Xidir” bi nasnavê “Agir” bûye û her du kes jî xelkê Şingalê ne.
Lê belê medyaya nêzîkî PKKê derbarê êrîşê de belav kiriye, ku êrîş îro di saet 11:40an de çêbûye û di encama êrîşê de 3 kes bi giranî birîndar bûne.
Li gor zanyariyên medyaya PKKê, birîndar rakirine nexweşxaneyê lê rewşa wan giran e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse