Hewlêr (Rûdaw) - Mehmet Emîn Aktar li ser pêvajoyê bersiv da Şêwirmendê Erdogan û got, "Dibêjin bila çekan deynin em dê paşê qanûnan biguherin. Dê çekan deynin kû derê, dê çi bi kesên ku çekan deyne were? Encam dê çi be? Tê bi gewriyan wan bigirî û wan biavêjî zîndanê?"
Mafnas Mehmet Emîn Aktar da zanîn ku heta ji bo vegera endamên PKKyê û çareseriyê yasayên nû neyên derxistin, pêvajo nikare bi ser bikeve û got, “Pêşî divê yasa hebe, paşê çek bên danîn.”
Li gel nîqaşên li ser “pêvajoyeke nû” ya ji bo çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyeyê, nêrînên cuda yên aliyan derdikevin holê.
Mafnas û Serokê berê yê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar bû mêvanê bultena Rûdawê û pirsên Sîma Abxizirê bersivandin.
Aktar diyar kir ku nêrîn û hêviyên dewletê û Kurdan ên ji pêvajoyê cuda ne.
“Dewlet tenê çekdanînê dixwaze”
Mehmet Emîn Aktar da zanîn ku dewlet meseleyê tenê wekî “terorê” pênase dike û armanca wê ya sereke jî tenê çekdanîna PKKyê ye û got:
“Ji serî ve binavkirina vê pêvajoyê ji aliyê Kurdan û ji aliyê dewletê ve ji hev cuda ye.
Kurd bi giştî hêvî dikin ku di vê pêvajoyê de em bigihîjin çareseriyekê lê belê dewlet bi çavekî din dinêre.
Berdevkên AK Partiyê dibêjin ku mesele tenê bi serê xwe çekberdan û tesfiyekirina PKKyê ye.”
Gotinên Şêwirmedendê Erdogan
Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum pêvajo wekî “Derbasbûna Tirkiyeya Bêteror” bi nav kir û diyar kir ku divê komîsyon karê xwe li gorî 3 qonaxan birêve bibe.
Li gorî Uçum, qonaxa yekem a komîsyonê temamkirina karê guhdariyê ye.
Qonaxa duyem pêşkêşkirina pêşniyarên hiqûqî ye lê ji bo derbasbûna vê qonaxê divê “çekdanîna PKKyê bi giştî were pejirandin”.
Qonaxa sêyem jî ji bo bipêşxistina standartên demokrasiyê amadekirina raporekê ye.
Aktar, gotinên şêwirmendên Serokkomarê Tirkiyeyê bi bîr xistin û rexne li nêzîkatiya wan girt ku dibêjin “pêşî çek bên danîn, paşê yasa bên derxistin.”
“Pêşî divê yasa derkeve”
Aktar tekezî li ser wê yekê kir ku bêyî misogeriya yasayî, çekdanîn ne mimkun e û wiha pê de çû:
“Ev kesên çekan deynin dê bi kû de biçin? Encama wê dê çi bibe? Kesekî ku çek berde, ew dê herin gewriya wî bigirin û bavêjin zîndanê.
Pêşî divê gavek bê avêtin. Zagon divê derkeve û bibêje kesê ku çek berde, ez wî ceza nakim, lêpirsînê derheqê wî de venakim.
Heta ku zagoneke wiha dernekeve, ne hêvî û ne jî bawerî ji bo civakê çênabe.”
Aktar anî ziman ku dewlet heta niha ti gaveke berbiçav neavêtiye û got, “Civaka Kurd dibîne ku heta îro ti gav nehatiye avêtin.
Dibêjin em ê komîsyonê ava bikin, lê di wê komîsyonê de dayikên me bi zimanê xwe nikarin xwe îfade bikin.”
“Pênaseya terorê pir berfireh e”
Li ser pirsa derbarê yasayên “têkoşîna li dijî terorê” de, Aktar bal kişand ser pênaseya berfireh a terorê ya li Tirkiyeyê û diyar kir ku her çalakiya Kurdan dikare wekî “sûcê terorê” were binavkirin.
Aktar got: “Li Tirkiyeyê pênaseyeke wisa berfireh a terorê heye ku nayê gotin. Govendgirtin jî dibe çalakiya terorê.
Beşdarbûna cenazeyekî, serdana taziyekê an jî parvekirineke li ser medyaya civakî, ev hemû dikevin çarçoveya terorê.
Kurd çi bêjin, çi gavî bavêjin, dewlet wan bi terorê tawanbar dike û krîmînalîze dike. Ji ber vê yekê divê pêşî ev hişmendî rabe û yasa bên zelalkirin.”
“Divê girtiyên siyasî bên berdan”
Sîma Abxizir rewşa bi hezaran girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê anî rojevê û pirsî ka ji bo berdana wan divê çi were kirin.
Mehmet Emîn Aktar bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya di Doza Kobaniyê de û got:
“Di pêvajoya berê de jî me digot ku divê yasa bên sererastkirin.
Tenê bigotana ku em ê biryara DMMEyê ya derbarê Selahattîn Demîtaş de bi cih bînin, diviyabû Demîrtaş û hevalên wî bihata berdan. Gava ku gaveke wisa erênî neyê avêtin, bawerî çênabe.”
Aktar da zanîn ku ji bo kesên çekdar vegerin jî divê yasayên nû bên derxistin û wiha axivî:
“Divê zagon derkeve û bibêje kesê ku çek berde û çalakiyeke wî ya çekdarî tunebe, ew nayê cezakirin û lêpirsîn li ser wî venabe.
Ji bo kesên çalakî kirine jî, dikarin bêjin eger 5-10 salan li derveyî welat bimînin û sûcekî nekin, dozên wan dê bên betalkirin. Divê bi ruhê biratiyê ew girtî jî bên berdan.”
“Bêyî guhertina 4 xalan jî gelek tişt dibin”
Li hemberî israra MHPyê ya li ser parastina çar madeyên destpêkê yên destûrê, Aktar diyar kir ku bêyî destdanîna li ser wan madeyan jî gelek reformên girîng dikarin bên kirin.
Aktar got: “Bêyî wan çar xalan jî tu dikarî zimanê Kurdî bikî zimanê perwerdehiyê. Li hemberî wê astengî tune.
Di wan xalan de dibêje ‘zimanê fermî Tirkî ye’ lê nabêje ‘zimanê perwerdehiyê her tim Tirkî ye’.
Her wiha tu dikarî selahiyetên îdareyên herêmî zêde bikî. Gelek tişt hene ku dikarin bên guhertin.”
“Divê komîsyoneke heqîqetê hebe”
Di dawiya axaftina xwe de, Mehmet Emîn Aktar rexne li Komîsyonê girt û got ku armanca wê tenê mijûlkirina civakê ye.
Aktar pêşniyar kir ku li şûna wê, divê komîsyoneke heqîqetê were avakirin ku li ser sûcên dewletê yên di dema borî de lêkolînê bike.
“Berdevkê hikûmetê dibêje armanc tenê çekberdan e. Ev tê wê wateyê ku ‘hûn çekan berdin û em ê Kurdan bi tenê bihêlin’. Ev nayê qebûlkirin,”
Aktar got û wiha bi dawî kir, “Divê komîsyoneke heqîqetê were avakirin ku li ser 4 hezar gundên şewitandî û bi hezaran kiryarên nediyar lêkolînê bike. Derheqê van de tamîrkirina edaletê heye an na?”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse