Kampeke koçberên Rojava hat kerentînkirin

27-04-2020
RÛDAW
Nîşan Kampa Dareşekran Kampên Koçberan Korona Coronavirus Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kesek li Kampa Dareşekran a li Hewlêrê bi koronayê ketiye û ji ber wê yekê biryara kerentînkirina kampê hatiye dayîn û hatinûçûna bo nav kampê hatiye rawestandin.

Li gor zanyariyên îdareya Kampa Dareşekran, piştî destnîşankirina pêketiyekî koronayê, îro, 27.04.2020, hatinûçûna bo nav wê kampê bi hemû şêweyekê hatiye qedexekirin. Herwiha vekirina dukan û bazarên nav kampê jî hatiye qedexekirin û her kesê ku biryarê binpê bike, dê bê cezakirin.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê roja Yekşemê, 26.04.2020, aşkere kiribû ku li parêzgaha Hewlêrê 2 kes bi vîrusa koronaya nû (COVID-19) ketine ku yek ji wan zilamekî temen 32 salî yê rûniştvanê Kampa Dareşekran bû û di kompanyayekê de ya li Hewlêrê kar dikir. Pêketiyê din ê koronayê jî rûniştvanê bajarokê Kesnezan bû.

Îskender Salih, Rêveberê Ofîsa Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Hewlêrê, ji Rûdawê re ragihand, “Ew kesê li Dareşekranê bi koronatê ketiye, li kompanyayekê kar dikir û roja 18.04.2020, ji kampê derketiye û venegeriyaye nav kampê.”

Li gor amarên Wezareta Tendirustî, heta niha li Herêma Kurdistanê, 347 kes bi vîrusa koronayê ketine û ji wê hejmarê jî 320 kes baş bûne û 4 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst