Marînûsî li dijî kanzayan rabûn ser pêyan: ‘Milet dê xwîna xwe birijîne!’

27-04-2024
Ferdî Sak
Marînûsî li dijî kanzayan rabûn ser pêyan
Marînûsî li dijî kanzayan rabûn ser pêyan
Nîşan Marînûs Xwepêşandan Kanza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundê Marînûsê yê Colemêrgê xelk li dijî kompanyaya derxistina kanzayan rabû ser pêyan.

Kompanyaya Kanzayan a Sedex Resourcesê ji 2007an ve li gundê Marînûsê yê Colemêrgê kar û xebatên vekirina kanzayan dike.

Xelkê gund li hemberî kompanyayê serî rakiriye û ji bo rawestandina xebatên wê çend roj in dest bi xwepêşandanê kiriye.

Şêniyekî gundê Marînûsê li dijî kompanyaya derxistina kanzayan a li gundê wan got:

“Ev milet dê xwîna xwe birijîne vî memleketî. Sed mêr bên kuştin dê li vî welatî xwîna xwe birêjin.”

Welatiyekî din ê ji gundê Marînûsê anî ziman:

“Îro gundê me hatiye ber xerabkirinê. Çiya hemû bi ser hev de anîne xwar.

Rêyên me asê kirin û avên me miçiqîn. Cihê jiyanê, cihê çandiniya genim, cihê biharê, wan hemû pûç kir. Tiştek nehişt.”

Debar û jiyana xelkê gund li ser çandinî û ajeldariyê ye.

Bi gotina gundiyan ji ber xebatên derxistina kanzayan roj bi roj cihên çandiniyê, mêrg û zozanên wan teng dibin û xwezaya wan tê talankirin.

“Avên me miçiqandin”

Welatiyê ji gundê Marînûsê Salih jî da zanîn:

“Dema li gund me pez ji xwe re xwedî dikir, me bi vî gelî ew xwedî dikirin. Piştî me gundê xwe berdaye ev maden derket û ti hizûr ji miletê me re nehişt.

Welatê me xirab kir û avên me miçiqandin. Hizûra me nehişt û em bê tifaq kirin.”

Xwepêşandanê 22yê mehê dest pê kir.

Li herêma xwepêşandanê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê jî tedbîrên ewlehiyê tundtir kirine.

Xwepêşandan her ku diçe berfirehtir dibe û ji navçeyên derdorê jî xelk ji bo piştevaniyê beşdar dibe.

Di roja çaremîn de welatiyan ligel berpirsên parêzgehê û nûnerên kompanyayê hevdîtinek kir lê ti encamek jê derneket.

Xelkê gundê Marînûsê Kemal Ozkan jî got:

“Ez xelkê gundê Marînûsê me. Îro sedema me ya hatina vê derê ew e ku em dixwazin xebatên kanzayan bên rawestandin.

Me ev yek ji aliyên berpirs re got lê daxwazên me nehatin qebûlkirin û wan ranewastand. Ji ber wê jî me biryara çalakiyê da.”

Kompanya kanzayê ya kesekî ji bajarê Rîzeyê yê Tirkiyeyê ye.

Xelkê Marînûsê dixwaze xebatên wê demildest werin rawestandin û zerera xwezaya wan were qerebûkirin.

Muxtarê gund Adil Kurt jî ji Rûdawê re diyar kir ku ew heta encamekê bi dest nexin xelkê gund bi biryar e ku di çalakiya xwe de berdewam bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst