Wezareta Navxwe ya Fransayê: 719 kes hatin desteserkirin û 45 polîs jî birîndar bûn

02-07-2023
RÛDAW
Nîşan Xwepêşandan Fransa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cenazeyê ciwanê bi navê Nael M. yê ku Nanterre a Fransayê ji aliyê polîsan ve hat kuştin, hat veşartin. Hêzên ewlehiyê yên Fransayê “bi armanca vegerandina aramî û ewlehiyê” şeva borî 719 kes desteser kirin.

Nahel M. ê 17 salî li banliyeya Nanterre ya Parîsê bi hinceta ku guh nedaye hişyariya polîsan bi guleyan hat kuştin û piştî wê bûyerê xwepêşandanên nerazîbûnê dest pê kirin ku li gelek bajarên Fransayê belav bûye.

Wezareta Navxwe ya Fransayê îro Yekşemê 2ê Tîrmeha 2023an ragihand ku 719 kes di şeva pêncemîn a xwepêşandanan de desteser kirine.

Wezareta Navxwe ya Fransayê dibêje, ji ber ku 45 hezar polîs û hêzên ewlehiyê li seranserî welêt hatine bicihkirin şeva borî li gor şevên berê aramtir bûye û eşkere kir ku hêzên ewlehiyê 719 kes desteser kirine û 45 polîs û hêzên ewlehiyê di xwepêşandanan de birîndar bûne.

Şeva Înê jî hêzên ewlehiyê yên Fransayê 1300 kes li seranserî Fransayê desteser kiribûn.

Çi bibû?

Li Nanterre ya Fransayê di 27ê Hezîranê de ji ber şofêrê otomobîlekê guh neda hişyariya "raweste" ya polîsekî û wî polîsî gule li otomobîla ku 3 kes tê de bûn reşandin, di encamê de şofêrê 17 salî canê xwe ji dest da.

Lêpirsîn li ser bûyerê hat destpêkirin, polîsê ku navê wî nehat eşkerekirin piştî ku xwe radest kir bi kuştinê hat tawanbarkirin û hat desteserkirin.

Polîsê ku navê wî nehate eşkerekirin ji malbata xortê 17 salî lêborîna xwe xwest lê kesên ku bertek nîşanî kuştina Nahel dan li bajarên cuda yên Fransayê derketin kolanan û bi polîsan re pevçûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst