Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand ku wan "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî" ya Rojavayê Kurdistanê ji nêzîk ve şopandiye û got: "Em ti destpêşxeriyeke ku zererê bide serweriya Sûriyeyê qebûl nakin."
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê bi serperiştiya ENKS û PYNKyê bi beşdariya 400 delegeyan doh li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro li Dohaya paytexta Qeterê li gel Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê wî welatî Şêx Mihemmed bin Abdurrahman Al Sani civiya.
Piştî civînê Wezîrên KarênDerve yên her du welatan kongreyeke rojnamegeriyê saz kir.
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî
Hakan Fîdan li ser pirseke derbarê Konferansa "Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî" got:
"Ew civîna ku we derbarê wê de pirs kiriye wekî Tirkiye me ji nêzîk ve şopand. Wekî ku em hemû bipêşketinên li Sûriyeyê dişopînin."
Fîdan ragihand ku helwesta wan a derbarê Sûriyeyê de zelal e û got:
"Em ti destpêşxeriyeke ku yekitiya axa Sûriyeyê dike armanc qebûl nakin. Em ti destpêşxeriyeke ku zererê bide serweriya Sûriyeyê qebûl nakin.
Em li Sûriyeyê ti destpêşxeriyê qebûl nakin ku ji bilî otorîteya navendî rê dide bikaranîna çekan"
Mafên pêkhateyan
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê diyar kir ku ew dixwazin di destûr û rêveberiya nû ya Sûriyeyê de bo Kurdan û hemû pêkhateyên etnîkî û olî derfetên wekhev bên dabînkirin û got:
"Em di wê bawerê de ne hewldanên rêveberiya nû yên di vî warî de dê encamên erênî bidin û em dibînin di vî warî de gavên erênî jî tên avêtin.”
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan wiha axivî:
“Ew civîna ku we derbarê wê de pirs kiriye wekî Tirkiye me ji nêzîk ve şopand. Weke ku em hemû geşedanên li Sûriyeyê dişopînin.
Dixwazim vê yekê bibêjim prensîb û helwêsta me ya derbarê Sûriyeyê de diyar e.
Ev jî ew nirx û bingehên sereke ne ku navçe jî xwedî lê derdikeve.
Ya yekem em ti destpêşxeriyeke ku yekitiya axa Sûriyeyê dike armanc qebûl nakin.
Em ti destpêşxeriyeke ku zererê bide serweriya Sûriyeyê qebûl nakin.
Em li Sûriyeyê ti destpêşxeriyê qebûl nakin ku ji bilî otorîteya navendî rê dide bikaranîna çekan.
Em li Sûriyeyê ti destpêşxeriyekê qebûl nakin ku rê dide berdewamiya rêxistinên terorî.
Em ti destpêşxeriyeke ku rê li ber bipêşketinên Sûriyeyê û gelê wê digire qebûl nakin.
Em li Sûriyeyê ti destpêşxeriyekê qebûl nakin ku rê li ber sîstemeke wiha digire ku welatiyên Sûriyeyê tê de li ser bingeha garantiya destûrî bi wekhevî ji maf û azadiyan sûdmend bin û nasname û baweriyên xwe bêyî dûdilî nîşan bidin.
Dema em di çarçoveya van prensîban de lê dinerin çi ew civîn, çi civînên berî wê û piştî wê jî em li hember wan heman helwestê nîşan didin.
Ji bo me tişta girîng ew e ku serwerî û yekitiya axa wê bê parastin û Sûriye wekî dewleteke geşekirî û aram li navçeyê û di nav civaka navdewletî de cihê xwe bigire.
Dixwazim bibêjim ku em li dijî her cûre cihêkeriyeke etnîkî, olî û mezhebî ya li Sûriyeyê ne.
Ligel vê yekê em dixwazin di destûra Sûriyeyê ya ku tê amadekirin û rêveberiya Sûriyeyê de keşûhewayeke wiha bibînin ku derfetên wekhev bo hemû pêkhateyên etnîkî û olî yên wekî Kurd, Xirîstiyan, Sunî, Nusayrî, Tirkmen û Ereb ên li welat dabîn bike.
Em di wê bawerê de ne hewldanên rêveberiya nû yên di vî warî de dê encamên erênî bidin û em dibînin di vî warî de gavên erênî jî tên avêtin."
Peymana Mezlûm Ebdî - Ehmed Şer û çekdanîna PKKyê
Hakan Fîdan li ser peymana ku Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer 10ê Adarê li Şamê îmze kiribû û banga çekdanîna PKKyê jî wiha got:
"Em li bendê ne peyamana ku mehên borî de di navbera YPG û birêveberiya Sûriyeyê de hatiye îmzekirin bê bicîkirin. Hesasiyeta me ya derbarê vê mijarê de diyar e.
Di heman demê em li bendê ne ku PKK wekî rêxistin demildest bersiveke erênî bide wê banga ku hatiye kirin, çekan deyne û dest ji astenbûna li hember asayîbûna li navçeya me berde.
Herêma me bi salen e rûbrûyî şer, alozî, dagirkerî, xwîn û rondikên çavan dibe.
Êdî di demên modern de divê em ji van hemûyan rizgar bibin û em neçar in sîstemeke wiha ava bikin ku her kes tê de di nav azadî û ewlehiyê de bijî, rêzê li hev bigire û her kes bi şanazî xwedî li nasname û baweriya xwe derkeve."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse